Li Kolnê bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Koln ê Almanyayê, bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonaslît bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, “Meşa Azadî û Demokrasiyê” li dar xistin. Tê payîn ku meşvan piştî meşê, derbasî Dortmundê bibin.

Li Kolnê bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
4 îlon, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Koln ê Elmanyayê, “Meşa Azadî û Demokrasiyê” li dar xistin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku siharê zû li pêşiya Koln Dom Katedrali li hev civiyan, piştî daxuyaniya hevpar dest bi meşê kirin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî hate dayîn.

Piştî ku li ser navê ciwanên Kurd daxuyaniya bi Elmanî hate dayîn, Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut Kurdî, Leylma Îmret jî bi Tirkî axivî. Di axaftinan de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina şert û merên çareseriya demokratîk hate kirin.

Piştî meşê bi sedan kes, ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Çalakvanan di tevahiya meşê de li kolanên qerebalix ên bajêr meşiyan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gihandin raya giştî.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîstên ku di tevahiya meşê de dirûşmeyên cuda cuda berzkirin, daxwazên xwe gihandin şêniyên bajer û raya giştî.

WÊ DERBASÎ DORTMUNDÊ BIBIN

Tê payîn ku meş di saetên êvarê de bi çalakiya li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê bi dawî bibe.

Tê payîn ku çalakvan piştre derbasî Dortmundê bibin û li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev bicivin. Ciwan wê sibê (5’ê Îlonê Şemiyê) di saetên siharê de bi awayekî girseyî derbasî qada festîvalê bibin.