Li Dêrazorê rêjeya ava Firatê bilind bûye

Li Dêrazorê û gundewarên wê rêjeya ava çemê Firatê bilind bûye, Wezareta Enerjiyê got heyanî dawiya meha cotmehê dê ava Firatê hezar û 200 metrekupî berdin.

Li Dêrazorê rêjeya ava Firatê bilind bûye
28 îlon, 2026   11:18
DÊRA ZOR

Li gundê Eyaş, Cinêne, Mihemîdê, Kesra, Sefîra Tehtanî, Hiwêce, Seqir, Hetla, Xişam, Merat, El Merîa, El Cefra, El Şihêl, Zîban, Hejîn, Ebû Hemam, Xeranîc û Sibêxan ên dikevin rojhilat û rojavayê Dêrazorê rêjeya ava çemê Firatê bilind bûye.

Di encama bilindbûna rêjeya ava çemê Firatê duh (yekşemê) zeviyên çandiniyê yên wan gundan ku nêzî Firatê ne di bin avê de man û stasyona ava vexwarinê ya gundê Mihemîdê, Cinênê, Sefîra Tehtanî û Kesra rawestiyan.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê di kanala fermî ya Sûriyeyê de got ji 22`ê îlonê ve wan ava Firatê berdane û di saniyekê de hezar û 200 metrekupî diherike û diyar kir ku Tirkiyeyê jî av berdaye ji ber vê yekê rêjeya ava çemê Firatê li parêzehên Dêrazor û Reqayê bilind bûye.

Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku ew ji bo demsala zivistanê tedbîran digirin û heyanî dawiya meha cotmehê ew ê bi rêjeya hezar û 200 metrekupî ava Firatê berdin.

Wezaretê ji şêniyan daxwaz kir ku di ava çemê Firatê de avjîniyê nekin, amûrên xwe yên avdaniyê yên nêzî Firatê rakin û tedbîrên xwe wergirin.

(np)

ANHA