Îranê bi droneyan êrişî kampa PDK-Î kir

Rejîma Îranê bi sê balafirên bê mirov êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê kir.

Îranê bi droneyan êrişî kampa PDK-Î kir
28 îlon, 2026   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê bi sê balafirên bê mirov (dron) êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir. Tê gotin ti ziyanek canî çênebûye.

Li gorî agahiyan ev êriş di saetên 01:40 û 02:10’an de pêkhatiye. Ev kamp berê cihê niştecihbûna malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû.

Hat ragihandin ku ev êrişa bi dronan tenê ziyanên madî gihandiye cihê bombebaranê û ti ziyanên giyanî bi dû xwe de neanîne.