Li Silêmaniyê bibîranîna şehîdan

Li Sekoya Azadî ya Silêmaniyê bi merasîmekê şehîdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li Silêmaniyê bibîranîna şehîdan
17 îlon, 2026   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de li Sekoya Azadî ya Parka Azadî ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Platforma Jinên Başûr bi merasîmekê şehîdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ber wêneyên şehîdan gul hatin danîn.

Endama Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Fewziye Hemîd axivî û diyar kir ku şehîd bûn sedem ku yekrêzî û serketina gelê Kurd û got: “Di dema borî de nêzîkî 700 şehîd li Bakurê Kurdistanê hatin îlankirin û divê gel xwedî li şehîdan derkevin.

Li ser navê Komîteya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan a Başûrê Kurdistanê Avan Kerîm jî axivî û sersaxî li malbatên şehîdan û hemû gelê Kurd ê welatparêz da û got: “Em ê bê navber di nava têkoşînê de bin hata azadiyê. Rêya şehîdan rêya me ye.

Piştre jî li ser navê Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê Şênî Mihemed û diyar kir ku şehîdên hatine dayîn nîşan dide ku ew yek gel, yek xem û çarenûsa wan yeke.

Çavkanî: Rojnews