ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2024
21 gulan, 2024   02:00

Xelkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên beşdarî çalakiyan bûne banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, her wiha bang li cîhanê kir ku têkoşînê bilind bikin, li qadan bin da ku armancên dewleta Tirk û hêzên beşdarî komployê bûne, têk bin.

Li hember biryara darizandina siyasetmedar û hiqûqnasên Kurd li Bakurê Kurdistanê bi navê "Doza Kobanê", şêniyên Kobanê hêrsa xwe nîşan da.

Hemze Mihemed ê 64 salî, tevî ku erdê wî yê çandiniyê nîn e jî, li gel komek hevalên xwe zeviyên genim û ceh li hemberî bûyerên şewitandinê diparêz e.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe ji partiyên siyasî yên li Qamişloyê re dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a kantona Firatê der barê darizandina siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê di ˊDoza Kobanêˊ de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê panelekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hilbijartinan li navenda xwe ya li Reqayê daxuyanî dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)