Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin

Cotkarên herêma Cizîrê gotin pereyên genim hîna nehatine dayîn, mazot û lêçûnên hilberînê biha bûne û dibe ku ew dev ji çandiniya genim berdin.

Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin
Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin
Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin
Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin
Li Cizîrê cotkar ji ber polîtîka hikûmetê bê zarin
28 îlon, 2026   07:40
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Demsala çandina genim nêz dibe û cotkar tengav bûne, pereyên genim 2 mehan dereng man û niha jî cotkar nikarin pereyên xwe li ser hevdû bigirin. Mazot, tov û hemû pêdiviyên çandina genim biha ye, cotkar jî bê çare mane.

Ji bajarê Til Temir cotkarê bi navê Hesen Şindî got: "Sala borî demsala çandin û çinîna genim gelekî baş bû û em kêfxweş bûn lê dirêj nekir, zêdetirî 2 meh derbas bûn nû hikûmetê dest bi dayîna pereyên genim kir û em nikarin pereyên xwe li ser hevdû wergirin. Me dixwest em weke her sal pereyên xwe zû wergirin, deynên xwe bidin û dest bi amadekariyên demsala nû ya çandinê bikin. Hîna me pereyên xwe yên genim negirtine, mazot, cotkirina zeviyan, tov û hemû pêdiviyên demsala nû ya çandiniyê biha bûne. Hinek zevî zêde nebaşin cotkar ji ber bihabûnê dibe ku van zeviyên xwe neçînin."

Berces Ezîz Îbrahîm jî got: "Pirsgirêkên me yên çandinî û xwedîkirina sewalan heye, her du bi hev re girêdayî ne, her çiqasî sotemenî biha bibe bandorê li ser çandinî û xwedîkirina sewalan dike."

Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Min her sal 5-6 hezar donim erd diçand lê di vê demsala nû ya çandiniyê de heke mazot û pêdiviyên çandiniyê biha bin ez 10 donim jî naçîn im. Ji bo em erdê xwe cot bikin pêdiviya me bi mazotê heye, ew derfetên me nînin ku çandiniyê bikin."

Cotkaran daxwaz kir ku sotemenî, tov û hemû pêdiviyên çandiniyê ne biha bin û bi wan re bibin alîkar.

Wezareta Enerjiyê ya hikûmeta veguhêz 17`ê îlonê bihabûna 3`ê cureyên mazotê diyar kir. Mazota ku bidin cotkaran lîtreya wê bi 115 lîreya Sûrî ya nû ye.

Li gorî cotkaran anî ziman hîna mazota Zivistanê, çandiniyê û veguhaztinê ya lîtreya wê bi 115 lîre ye li benzînxaneyan nayê peydakirin.

(np)

ANHA