Hêzên Amerîkayê bi temamî ji Iraqê derketin

Ajansa Nûçeyan a Almanyayê ragihand ku hêzên Amerîkayê bi tevahî ji axa Iraqê vekişiyane. Li gorî nûçeyê, heta hêzên piştgiriya lojîstîk û hêzên şerker jî ji Îraqê derketine û niha pêvajoya vekişînê bi temamî bi dawî bûye.

Hêzên Amerîkayê bi temamî ji Iraqê derketin
28 îlon, 2026   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Almanyayê li ser agahiyên berpirsekî bilind ê hikûmeta Iraqê, derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê de agahiyên nû belav kirin.

Ajansê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê bi tevahî ji Iraqê derketiye û heta yekîneyên piştgiriya lojîstîk û hêzên şerker jî êdî li ser axa Iraqê nemane. Hat destnîşankirin ku vê gavê pêvajoya valakirina baregehan bi serkeftî û bi temamî bi dawî bûye.

Di berdewamiya nûçeyê de hat diyarkirin ku aliyê Iraqê niha li bendê ye ku Amerîka bi fermî dawîhatina vekişîna hêzên xwe rabigihîne, da ku piştî wê her du welat gavên hevpar û dualî ber bi pêş ve bavêjin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî peymana navbera Bexda û Washingtonê, biryar bû ku qonaxa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê di 30’ê Îlonê (Sêşemê) de bi dawî bibe, yanî tenê du rojên din mabûn ji bo dawîbûna vê demê.

ANHA