Civîna 2’yemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir

Desteya Şopandin û Tespîtê ku bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz di çarçoveya pêvajoyê de ava bûbû, civîna xwe ya dûyemîn li dar dixe.

Civîna 2’yemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir
28 îlon, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Şopandin û Tespîtê cara duyemîn li hev civiya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin.

Desteya Şopandin û Tespîtê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, di bin serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz de li Qesrê civiya.

Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Sûsmaz, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlekariya Mîllî Okay Memîş beşdarî civînê bûn.

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna xwe ya destpêkê 24’ê Tebaxê pêk anî bû.

Her wiha kabîne jî wê îro bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.