Rêvebêra DEM Partiyê: Kongreya me bi mîsyona amadekar a serdema pêş tê lidarxistin

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut, der barê kongreya DEM Partiyê ya di 6’ê Îlonê de axivî û got “Kongreya me bi mîsyona amadekar a serdema pêş tê lidarxistin.”

Rêvebêra DEM Partiyê: Kongreya me bi mîsyona amadekar a serdema pêş tê lidarxistin
4 îlon, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku li Tirkiye û heremê pêşketinên siyasî yên girîng rû didin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiye qonaxeke girîng, di 6’ê Îlonê de DEM Partî kongreya xwe pêk tîne. 

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut, der barê kar û barên kongreyê de axivî. Elîf Bulut da zanî ku ji destpêka pêvajoyê ve, mijara sereke ya rojeva partiyê ev kongre bû û got: “Xebatên ku li vir tên meşandin, heta ku em gihîştine vê qonaxê, bêyî ku navê vê pêvajoyê bê diyarkirin, her dem ji bo afirandina vê pêvajoya aştiyê têkoşîn kiriye. Partiya me bi tevahiya avaniya xwe ya rêxistinî, bi hemû siyaseta xwe û bi hemû kes û hêzên ku bi wan re têkoşîna hevpar dimeşîne, ji bo gihîştina vê xalê xebitî.”

Elîf Bulut anî ziman ku ji ber destpêkirina pêvajoyê dema kongreyê ya asayî dirêj kirine û ev agahî parve kirin: “Di esasç xwe de diviyabû kongre sala borî bihata kirin, lê nêzîkî salekê hate dirêjkirin. Di 6’ê Îlonê de em ê bi delegeyên xwe kongreya xwe pêk bînin. Kongreya me bi mîsyona amadekar a serdema pêş tê lidarxistin. Bi avaniyeke ku dê hemû vê pêvajoyê, dahatûyê û têkoşîna ku dê di hemû qadên siyasî de bi rêxistin bike, em dikevin serdema têkoşîneke nû.”

Elîfê bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got: “Tirkiye bi vê pêvajoyê re dest pê dike ku yek ji pirsgirêkên bingehîn, pirsgirêkeke sedsalî çareser bike. Di vê mijarê de, bê guman, roleke pir girîng dikeve ser milê DEM Partiyê. Erê, gelek sazî, partî, desthilatdarî û hêzên din hene ku berpirsiyariya wan jî heye; em berpirsiyariyê bi tenê li ser xwe nagirin. Ji ber ku DEM Partî yek ji hêzên sereke ye ku dikare bi avakirina aştiyeke rastîn a civakî çareseriyê mayînde bike. Ji ber vê yekê kongreyê ji bo avakirina siyaseta damezirîner a serdema pêş girîngiyeke xwew ya mezin heye.”

‘EM Ê AVANIYEKE LI GORÎ RUHÊ VÊ SERDEMÊ AVA BIKIN’

Di kongreya 6’ê Îlonê de dê DEM Partî mecliseke nû saz bike. Elîf Bulut der barê meclisa nû de got: “Ji bo pêkanîna veguherîna demokratîk, mecliseke partiyê amade dikin ku tê de beşdariya hemû beşên civakê, ji her kes û baweriyê, ji hemû qadên têkoşînê, bê avakirin. Kadroyên me bi girîngî dê bidomin, lê em plan dikin ku bi temamkirina kêmasiyên xwe, siyaseta xwe ya damezrîner bigihînin hemû avahiya rêxistinî, rêxistina xwe ya herêmî xurt bikin û avahiyeke li gorî ruhê vê serdemê ava bikin.”

Elîf Bulut diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî mezin a herêma me ye, lê ne tenê pirsgirêka sereke ye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka hevjiyana gelên cuda û baweriyên cuda di vê heremê de heye. Gel dikarin di navbera xwe de bi awayekî aşitîparêz bijîn û jiyana xwe bidomînin. Lê heta ku siyasiyet destûr bide û di çarçoveyeke diyarkirî de wan wekî kesên maqûl qebûl bike, dikarin. Ji ber siyaseta şaş a desthilatdariyên ku bi vî awayî tevdigerin, di vê heremê de aramî nayê avakirin.”

‘EM Ê RÊYA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK BI HEV RE BIBÎNIN’

Elîf Bulut diyar kir ku pêşî divê hemû sazî demokratîk bibin, rêzikên qanûnî bêne dîtin û ji nû ve bên nirxandin û got divê rêxistina civakî ya ku tê de her kes dikare bi awayekî wekhev û dadmend bijî bê avakirin.

Elif Bulut hêviyên xwe yên têkildarî encamên kongreyê wiha anîn ziman: “Em bawer dikin ku siyaseta ittîfaqê ya ku em di serdema nû de, wekî hêza damezrîner, bi hemû avahiyên ku bi wan re tevdigerin, dimeşînin, dikare hêzeke ku vê veguherînê pêk bîne, ava bike. Ji ber vê yekê divê em bigihîjin her beşekî civakî, pêdivî û daxwazên wan bipirsin, wekî mijara sereke ya pirsgirêkê nêrînên wan ên çareseriyê bistînin û rêya veguherîna demokratîk bi hev re bibînin.”

‘EM Ê BI CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ SERDEMA NÛ BIDOMÎNIN’

Elîf Bulut di dawiyê de der heqê guhertin û veguhertinên ku di kongreyê de pêk were wiha pênase kir: “Di serdema nû de, bi vê qanûna nû ya ku hatiye derxistin re, gelek guhertin dê pêk werin. Divê derxistina rêzikên qanûnî berdewam bike û rêya wan were vekirin. Em haydar in ku pirsgirêkên ku em di nav wan de dijîn, ne tiştek in ku bi tenê yek guhertina qanûnî û bi yek gavê bêne çareserkirin. Ji ber vê yekê, em dixwazin têkoşîna xwe bidomînin da ku van rêzikên qanûnî bi rastî pêvajoya demokratîkbûnê pêk bînin. Em armanc dikin ku bi beşdarkirina hemû beşên civakî û bi civakîkirina aştiyê, serdema nû bi vî awayî bidomînin.”