Medyaya Erebî li ser bandorên Rageşiyê li Hurmuz, Şerîaya Rojava û Lubnanê nivîsî

Medyaya Erebî hişyarî dan li ser "şerên hesabên şaş" û nakokiya Amerîka-Îranê bi krîza Tengava Hurmuzê ve girêdan. Her wiha hişyarî dan ku "modela Xezayê" li Şerîaya Rojava belav bibe.

Medyaya Erebî li ser bandorên Rageşiyê li Hurmuz, Şerîaya Rojava û Lubnanê nivîsî
28 îlon, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Ereb îro bal kişand ser bandorên nakokiya Amerîka-Îranê, krîza Tengava Hurmuzê û bilindbûna rageşiya Îsraîlê li Filistîn û Lubnanê.

Rojnameya El Quds El Erebî gotarek bi sernavê "Ji Ukraynayê heta Îranê… Ma Cîhan Nêzîkî Şerekî Mezin Dibe?" weşand, ku li ser çend krîzên cîhanî, nemaze şerê li Ukraynayê, bilindbûna rageşiyê di navbera Washington û Tehranê de û rageşiyên têkildarî Taywan û Koreya Bakur gotûbêj kir.

Gotar dibêje ku zêdebûna navendên germ xetereyên "hesabên şaş" zêde dike, lê cudahîyekê di navbera hişyarkirina xetereya şerekî cîhanî û texmînkirina derketina wê wekî neçarî de nîşan dide û rola berdewam a astengkirina nukleerî di kêmkirina îhtîmala pevçûnek berfireh de destnîşan dike.

Gotarek din di rojnameya El Quds El Arabî de, bi sernavê "Rûniştina 81emîn a Neteweyên Yekbûyî û Pêdiviya Bicîhanîna Biryarnameyan", behsa krîza pergala navneteweyî û rola NY`ê kir. rojnameyê bal kişand ser pirsgirêka Konseya Ewlekariyê û mafê vetoyê.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku rêxistina navneteweyî, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn wekî lêvegerkê di mijarên şer û aştiyê de hat damezrandin, hîn jî bi pirsgirêkên têkildarî avahiya saziyên xwe û mekanîzmayên biryardanê re rû bi rû ye.

Di beşa duyemîn de, zêdebûna aloziya Îsraîlê li Filistîn û Lubnanê di gelek nivîs û analîzên ramanê de bi awayekî berbiçav cih girt.

El Quds El Arabî nivîsek bi sernavê "Îsraîl bi Modela Xezayê Şerîaya Rojava (û Ereban) Tehdît Dike!" weşand. Gotar behsa êrişên Îsraîlê yên ser Mizgefta El Eqsayê û daxuyaniyên ku banga şer li Şerîaya Rojava dikin kir. rojnameyê çalakiyên bicihbûnê, desteserkirina erdê û guhertina rewşa li ser erdê bi hev ve girêda û ev yek weke "modela Xezayê" nîşn da ku  wekî formulek ji bo Şerîaya Rojava derbasdar e tê pêşkêşkirin.

Bi heman awayî, rojnameya Misrî El Ehram analîzek bi sernavê "Anketên Cûda û Dîmeneke Siyasî ya Îsraîlê ya Vekirî ji bo Hevpeymaniyên Tevlihev" weşand. Vê analîzê hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê û anketên raya giştî yên cuda yên di derbarê hevsengiya hêzê di navbera Benjamin Netanyahu û Gadi Eisenkot de lêkolîn kir, û destnîşan kir ku niha ti aliyeke piranî bi dest nexistiye.

Her wiha têkiliya di navbera encamên hilbijartinê û şerên li Xezayê û Lubnanê de û her weha nirxandinên herêmî gotûbêj kir.

(k)