Bandorên êrişa li ser konsulxaneya Îsraîlê û bersiva yekemîn a Îranê

Li gorî bîlançoya ku  artêşa Israîlê diyar kiriye, artêşê bersiva 200 dorn û mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin daye. Pasdarên Îranî jî ragihand ku ku baregehên girîng ên artêşa Îsraîlê wêran kiriye.

Bandorên êrişa li ser konsulxaneya Îsraîlê û bersiva yekemîn a Îranê
14 nîsan 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî êrişên li dijî fermandarên leşkerî û baregehên Îranê yên li Sûriyeyê û Iraqê,  roja 1’ê Nîsanê avahiyeke li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Şamê bombebaran kiribû.

Piştî êrişê, Pasdarên Îranê  ragihand ku di êrişa li ser konsulxaneya Îran a li Şamê de fermandarê "Feyleq El Quds" yê li Sûriyê û Lubnanê Mihemed Zahedî, cîgirê wî Mihemed Hadî Rehîmî û 5 efserên pê re  hatine kuştin.

Hatibû ragihandin ku di êrişê de fermandarên leşkerî û karmendên îranî jî di nav de 14 kes hatin kuştin.

Rayedarên Îran ragihand ku dê êrişa Îsraîlê bê bersiv nemîne û DYA’yê wekî berpirsê sereke yê êrişa li ser konsulxaneya Îranê ya li Şamê nîşan da. Lê rêveberiya serokê DYA’yê Jeo Biden  got, wê agahî daye Tehranê ku haya wê ji êrişa li ser konsulxaneyê nine û tê têkiliyên wî bi êrişê re nîn in.

Cîgirê balyozê DYA’yê yê li NY’yê Robert Wood got, dê welatiyên xwe biparêze û hişyarî da Îran û hevkarên wê ku êrişî welatiyên amerîkî neke.

3’yê Nîsanê artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li hemberî "bersiveke muhtemel a ji aliyê Îranê ve" pergala parastina hewayî pêş xistine û leşkerî yedek amade kirine. 4’ê Nîsanê Til Avîvê  28 konsulxaneyên xwe yên li cîhanê girtin.

Hefteyek piştî êrişa li ser konsulxaneya Îranê ya li Şamê wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan tevî şandeyeke siyasî û parlamenteran ji paytexta Oman Mesqetê hatin Sûriyeyê.

12’ê Nîsanê Fransa û Hindistanê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Îran û Îsraîlê. Di heman rojê de DYA’yê ragihand ku dê hêzeke mezin bişîne Rojhilata Navîn û ji Pekîn û hin dewletên din xwest ku ji Tehranê bixwazin bila "êrişeke tohildanê" li dijî Îsraîlê neke.

13’ê Nîsanê Pasdarên Îranê ragihand ku wê li Kendava Erebî dest danî ser keştiyeke girêdayî Îsraîlê.

Duh bi şev Îran êrişeke berfireh a bi balafirên bê mirovan û mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê pêk anî. Di heman demê de Hizbullah bi dehan mûşek avêtin baregehên parastina hewayî  yên Îsraîlê yên li Colanê.

Serokê DYA’yê Jeo Biden betlaneya xwe betal kir û li Koşka Spî bi rayedarên ewlehiya neteweyî re civiya. Li aliyekî din jî Urdun, Iraq û Lubnanê qadên xwe yên hewayî girtin. Rayedarên Misirê jî ji bo aramkirina rewşê peywendî bi tevahî aliyên têkildarî re pêk anî û qada xwe ya hewayî girt. Kuweyt jî rêyên balafirên rêwiyan guhert û dûrî herêmên aloz xist.

Duh derengiya şevê pergala parastina hewayî ya DYA’yê ya li Rojhilkata Navîn dronên Îranê xistin. Pergala parastina hewayî ya Îsraîlê jî dron û mûşekên Îranê li derveyî xaka Îsraîlê xistin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî îro sibê diyar kir ku piraniya mûşekan li derveyî axa Îsraîlê ji aliyê pergalên  parastina hewayî yên Îsraîlê ve hatin astengkirin û got: "Hinek top li hundirê xaka Îsraîlê ketin, hinek li baregeha artêşa Îsraîlê ya li başûrê Îsraîlê ketin. Di encamê de zerarên sivik li binesaziyê bûn. Hêzên hewayî yên Îsraîlê zêdekirî 10 mûşekên kruz û bi deha balafirên bê pilot li derveyî xaka Îsraîlê xistin.  Bi giştî zêdekirî 200 ’gef’ ji aliyê Îranê ve hatin avêtin."

Pasdarên Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku baregehên leşkerî yên girîng ên artêşa Îsraîlê hatin xistin û hişyarî da DYA’yê ku "Destekê nede hewldanên ku zerarê dide berjewendiyên Îranê."

Li gorî malpera  Necma Dawud  El Hemar a xizmeta destwerdana lezgîn a Îsraîlê jî " Derbarê birîndarên êrişên Îsraîlê de rapor nehatin weşandin.  31 kes dema diçûn spartgehên û hin kesên di dema êrişa bi balafirên bê mirov û mûşekan tirsiyan  sivikî birîndar bûbûn, ji bo tedawiyê bangî wan hate kirin."

Necma Dawud El Hemara beriya niha ragihandibû ku zarokeke 7 salî bi giranî ji serê xwe ve  birîndar bû.

Îsraîl jî di nav de welatên ku qadên xwe yên hewayî girtibû, qadên xwe dîsa vekirin.

(bb)