Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasilê û ji bo nîqaşkirina sedem, ajo û aliyên li piştî wê komkujiyê, panelek li dar xist.

Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
Li Helebê têkildarî komkujiya Til Eran û Til Hasil panel
27 tîrmeh 2024   18:12
HELEB

Piştî derbasbûna 11 salan û bi armanca xebitîna li ser aşkerakirina gelek bûyeran û aşkerakirina sedem û ajoyên îxanet û dagirkeran ji komkujiya Til Hasil û Til Eranê Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê li Helebê panel li dar xist.

Panel li hola 8ˊê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya xizmên qurbaniyên komkujiyê, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl û rêxistinên jinan hat lidarxistin.

Di panelê de sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec û endamê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Heleb Zagros Heleb axivîn.

ˊDAMEZRANDINA PARTIYÊ BERSIVA LI DIJÎ HELWESTÊN XAYÎNAN Eˊ

El Erec di destpêkirina axaftina xwe de sersaxî da malbatên tevahî şehîdan.

El Erec behsa hûrgiliyên komkujiya li dijî xelkê Til Hasil û Til Eranê kir û got: "Piştî komkujî pêk hat, me partiya xwe ji bo daxwazên siyasî û daxwazên malbatên qurbaniyan ava kir. Da ku PDKˊê îxaneta xwe li dijî xelkê her du bajarokan red neke."

El Erac di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komîteyên PDKˊê dema ku bi nûnertiya şêniyên her du bajarokan re hevpeyvîn, ji wan xwest ku tev li nava refên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bin û êriş YPG û meclisên wê demê hatine avakirin bikin, ji bo ku wan bihêlin vegerin malbatên xwe.

El Erec anî ziman ku xelkê her du bajarokan red kir tev li çeteyan bin, berovajî tev li Lîwa Cebhet El Ekrad û Ceyş El Siwar ên girêdayî QSDˊê bûn ku çeteyan li gelek herêmên Sûriyeyê têk bibin û herêman rizgar bikin.

ˊEM DEYNDARÊ FEDAKARIYÊN XELKÊ TIL HASIL Û TIL ERANÊ NEˊ

Zagros Heleb jî diyar kir ku ew weke YPG û YPJˊê deyndarê xelê bajarokên Til Hasil û Til Eranê li ser fedakariyên li tevahî xaka Sûriyeyê li dijî çeteyan pêk anîne û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyan da.

Piştre parêzerê ji bajarokê Til Hasil Elaaedîn Xalid Kalo mijara yekemîn a panelê xwend. Di mijarê de behsa hûrgiliyên komkujiyê, agahiyên têr û tijî yên tevlêbûna îstîxbarata Tirk di komkujiyê de, navên ajanan mîna çete ˊAzad Şaboˊ û rola Hêzên Zîrevan di bikaranîna ciwanên Kurd ku tev li çeteyan bibin, hatin kirin.

Her wiha mijara duyemîn jî ji hêla endama rêveber a Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Zeyneb Oso ve hat nîqaşkirin. Zeyneb behsa navên tûgayên çeteyên ên destên wan di komkujî û destkeftdayînê de hene kir. Li kêlek wê jî bendên di rapora 2014ˊan de ya ji hêla Komîteya Lêpirsîna Rastiyan ve hatiye derxistin hatin behskirin.

ˊPLAN, QIRKIRINA GIŞTÎ BÛˊ

Her wiha beşdaran her du mijar nîqaş kirin. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê Remzî Şêxmûs axivî û got partiyên nîştimanî yên Kurd li dijî çekdarkirina tevgera şoreşgerî di destpêka wê de, nehîştina belavbûna mezhebperestî û nijadperestiyê û li dijî destwerdanên derve, daxuyaniyên cuda belav kirin, lê yên tevkarên îstîxbarata Tirkiyeyê ji (komên PDKˊê) destên wan di komkujiyên li dijî Kurdên li Til Eran û Til Hasilê de hebûn û ew yek planeke giştî ya qirkirina Kurdan bû û di nav de jî dagirkirina Efrînê hatibû plankirin.

DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ

Rêveberekî Partiya Demoqrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Hişmend Şêxo got divê partiyên Kurd banga Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mezlûm Ebdî ya xebitîna li ser aktîvkirina diyaloga Kurdî-Kurdîû yekkirinê bibersivînin ku pêşeroja doza Kurd were parastin û berjewendiya giştî were pêkanîn.

Di dawiya panelê de beşdaran got divê li hember gef û êrişên dewleta Tirk mafên parastina rewa were aktîvkirin.

(fr)

ANHA