Bafil Talebanî: Çarenûsa me bi yekitiya me ve girêdayiye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê bi peyamekê balkişand li ser yekitiya niştîman û got: “Enfal sucek ku nayê jibîrkirin û birîneke kûr e di dilê welat de”

Bafil Talebanî: Çarenûsa me bi yekitiya me ve girêdayiye
14 nîsan 2024   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê Serokê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got: “Em îro bi xemgînî 36. salvegera enfal û jînosayda gelê xwe bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê pakê şehîdên birûmet ditewînin û silavên dilsozî ji malbatên wan re dişînin.

Enfal sucek ku nayê jibîrkirin û birîneke kûr e di dilê welat de, ji ber ku ev hewldanek bû ji bo tunekirin û jinavbirina gelên ku banga azadiyê kiribû û di heman demê de derseke dîrokî ye ku em zanibin çiqas cudahiyên me mezin bin rastiya me ewe ku em Kurdin. Berî her tiştî û çarenûs û jiyana me girêdayî yekitî û yekitiya me ye.

Gelê Kurd di demên borî de her cure êş û trajediyan dîtiye, nabe ku mirov vê dîrokê paşguh bike. Li ser esasê berjewendiyên teng ên hizbî û şexsî siyasetê bike û ji bo xatirê şerekî ne rewa û nehewce bike qurbana armanc û nirxên bilind. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku em bi ruhekî Kurdistanî yê berpirsyarane bixebitin û gelê xwe yê bindest ber bi aramî û bextewariyê ve bibin.”