Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd cenazeyên 7 welatiyên li çolistana Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan kirin

Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên li Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane hatin radestkirin
27 tîrmeh, 2024   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Heyva Sor a Kurd cenazeyên 7 welatiyên li çolistana Cezîrê jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan kirin ku veşêrin.

Welatî di dema hewl didan berê xwe bidin Ewropayê ji tîna re li çolistanê Cezaîrê jiyana xwe ji dest dan.

Komeleya Alîkariyê ji bo Lêgerîn û Rizgarkirinê li Cezayîrê di 8ˊê Tîrmehê de agahiyên ji tîmên xwe wergirtine belav kirin. Li gorî komeleyê, li herêma Belveborê ya çolistana Cezaîrê 12 cenaze li kêlek erebeyek hatiye dîtin ku ji tîna re mirine.

Komeleyê destnîşan kir ku li gorî belgeyên bi wan re hatine dîtin, ew welatî ji Heleb, Reqa, Hesekê û Şamê ne.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe belav kiribû ku cenazeyên welatiyan ji Nexweşxaneya Gel a Tebqayê li bajarên wan hatine veguhastin û radestî malbatên wan hatine kirin.

(fr)