YPS JIN li dijî kiryarên şerê taybet banga xweparastinê kir

Koordînasyona YPS JIN li dijî kiryarên şerê taybet ên dewleta Tirk banga xurktirina xweparastinê kir.

YPS JIN li dijî kiryarên şerê taybet banga xweparastinê kir
14 nîsan, 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

YPS JIN têkildarî êrîşa zayendî ya li Şirnexê daxuyaniyekî nivîskî weşand.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi reflekseke xwezayî bersiveke dîrokî ji çanda destavêtinê re hate dayin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî jinê tê kirin, helwest û sekna jinê wê nêzîkatiya tevahiya gelê Kurd diyar bike.

Koordînasyona YPS JIN'ê got, "Li hemberî êrîşên şerê taybet ên dijmin, weke jinên Kurd divê em rêxistiniyê û bûyîna hêza xweparsatinê ji xwe re bikin wezîfeya bingehîn."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Bi taybetî em bang li xelkê Şirnexê, bi giştî jî tevahiya gel, jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet û dagirkeriyê bi xweparastinê rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên dijmin."