Sibe 75 malbat ji kampa Holê derdikevin

Sibe 75 malbat ji xelkê Dêrazorê ji kampa Holê tên derxistin.

Sibe 75 malbat ji kampa Holê derdikevin
27 tîrmeh, 2024   18:33
HESEKÊ

Rêveberiya kampa Holê amadekariya dike ku sibe (28’ê Tîrmehê) beşa duyemîn ji şêniyên kampê yên ji bajarê Drêazorê derxe. 

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji hundirê kampê bi dest xistine, beşa duyemîn a ji 256 kes di nava 75 malbatan de pêk tê, sibe tê derxistin.

DI sala 2024’an de ev beşa duyemîn ji şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampê têne derxistin.

Ev beş, piştî civîna Yekitiya Nîştimanî ya Pêkhate û Eşîrên Sûriyeyê, her wiha piştî civîna rûspiyên eşîrên Dêrazorê û QSDˊê û nîqaşkirina wan li ser dosyayên malbatên di kampa Holê de, tên derxistin.

(mg/fr)