Arkeolojiya jinan û pênasekirina nasnameya jinan - BİHAR EWRÎN

Çareseriya pirsgirêka azadiya jinan yek ji stûnên esas ê tevgera azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Rêber Apo gelek nirxandin û analîzên sosyolojîk, dîrokî û felesfî di bara jinan de wek nasnameyeke civakî kirine. A rast, Rêbertî girîngî û pêşîniya mijara azadiya jinan di ser meseleya Kurd re destnîşan kiriye. Ev şîrove girîngiya azadiya jinan û li pey wê azadiya civakê ye. Di rastiya civakî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de rastiyeke aşkera ye ku bingeh û pîvana azadiya civakî azadiya jinan e.
Ji bo ravekirina rewşa dîrokî ya jinan gelek pênase hatine kirin. Rêbertî jin wek “mêtingeha destpêkê û dawiyê” şîrove kirine. Helbet ger em li pêkhatina şaristaniya çînî û baviksalar binêrin, em ê bibînin ku yekem hiyerarşî û serdestî li ser jinan hatiye ferzkirin. A rast, bingeha şaristaniya baviksalar û çînî li koletiya jinan e. Di encamê de rizgariya jinan yek ji hêmanên sereke yên vehuherîna sazûmana çînî û desthilatdariyê ye. Bê guman mêtingehkirina jinan tenê di warê îrade û bedenê de nîn e, belkî gelekî berfireh e. Bêparhiştina ji hêza biryardayînê, desteserkirina nirx û destkeftiyên madî û manevî, dîrokî û zanista jinan û bi giştî paşguhkirina jinan wek nasnameyeke civakî. Mêtingehkirina jinan gelek encamên xirab anîne û em hîna jî roja îro bi bandora wê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê ji bo ku em bigihêjin civakeke azad û demokratîk divê em pêşî “pirsgirêka jinan” çareser bikin. Rêber Apo bingeha sosyalîzmê û pîvanên sosyalîstbûnê bi azadiya jinan û têkiliya bi jinan re ve girê dane.
Yek ji têgehên ku Rêber Apo ji bo lêkolîna qonaxên pêkhatina nasnameya jinan û ji nû ve pênasekirina wê pêşkêş kir “arkeolojiya jinan” e. Rêbertî bi sûdwergirtina ji rêbaza “arkeolojiya zanînê” ya Michel Foucault hewl da têgeh û peyvên ku ji bo pênasekirina jinan têne bikaranîn lêkolîn bike. Bi rastî arkeolojiya jinan analîzeke civakî-dîrokî ya gotarên li ser jinbûnê ye. Rêber Apo cara yekê di hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê de di nîqaşên xwe yên bi Pervîn Buldan re ev tê geh bi kar aniye û her tim girîngî bi xwendin û lêkolîna li ser van têgehan daye. Ji ber vê yekê behsa wî ya ji bo Çanda Satî, keça eşîr, jina qesrê û jina azad di rastiyê de hewldaneke ji bo ronîkirina dîroka jinan e. Ev lêkolînên dîrokî bingeheke ji bo hişyarkirina jinan li ser esasê redkirina têgeh û şîroveyên ku dibin sedema bindestiya jinan.
Çanda Satî rê û resmeke li Hindistanê ye ku tê de jin piştî mirina hevjînê xwe bi wî re tên şewitandin. Koka peyva ‘satî’ di sanskrîtî de tê wateya jineke rast û fedakar. Her çend Satî (şewitandina jinebiyan) wekî ku bi çand û ola Hindû ve girêdayî were hesibandin jî, di rastiyê de ew kevneperestiyeke li ser esasê tundiya li ser jinan e. Ji ber vê yekê kevneşopî û çandên ku di serdema bavkaniyê de hatine avakirin, di rastiyê de kuştin û tundiya li ser jinan rewa dikin û wan bi bawerî û olê ve girê didin. Ji ber vê sedemê Rêbertî herî zêde li ser pîrozweriya jinan di çarçoveya çanda “xwedawendî”yê de tekez dike. Helbet ew pîrozwerî li gorî pîrozdîtina jinan di çanda mêrên serwer de nîn e ku di bin navê pîrozweriyê de jinan di çarçoveya malê de sînordar û dorpêç dikin. Ji ber ku xwedawendî wek temsîla hebûna jinan û otorîteya wan a di civakê de ye. Ew rol û bandora diyarker a jinan li ser jiyanê, jêhatîbûna di têkiliyên civakî, birêvebirin û berpirsyariyê de diyar dike. Ji ber vê bingehê dema Rêber Apo xwedawendan pênase dike, wan wek “jinên ku şoreşa Neolîtîkê bi ser xistiye” pênase dike ku ev jî bê guman tekeziyê li ser avabûna civakê li dora çand û nirxên jin-dayikê ye. Vejandina çanda xwedawendan di rastiyê de ji nû ve pênasekirina dîroka veşartî ya jinan, rola wan a diyarker a di veguhastina çand, ziman û civakîbûnê de ye.
Rêber Apo di nameya xwe de bi îşaretkirina gotina Simon de Beauvior a ku digot “Jin nayên dinyayê lê dibin jin” bal kişand ser binpêkirina mafên jinan bi hinceta çand û sînordarkirina wan ên kûr. Ev sînor berhemên faktorên civakî, aborî û siyasî ne. Lê jin di dirêjahiya dîrokê de çavkanî û veguhêzkarên çandê bûne û di parastina bîra kollektîf û veguhastina wê bo nifşên pêşerojê de, roleke girîng lîst. Ji ber vê yekê karîgerî û bandora wan her tim ji hêla çanda serdest û dîroknûsiya fermî ve hatiye paşguhkirin û hatiye paşguhkirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo her tim girîngî daye aşkerakirin û nivîsandina dîroka jinan û ev yek wek erkekê daniye pêşiya wan.
Ger em pirsgirêkên civakî ku jin pê re rû bi rû ne binêrin, em ê kûrahiya “pirsgirêka jinan” bibînin. Di wan salê dawîn de kuştina jinan bi taybetî li Rojhilata Navîn bi bandora Şerê Cîhanî yê Sêyemîn zêde bûye. Tecawiz, tundî, îşkence, qedexe û înkara nasnameya jinan hîna di vê erdnîgariyê de berdewam e. Lê li kêleka wan siyasetan berxwedan û têkoşîna jinan jî didome. Di pêşxistin û pêkanîna wan polîtîkayan de her tim yekitiyekê di navbera ol, dewlet û çanda bavkaniyê de em dibînin. Ji ber vê Rêbertî her tim qala jinavbirin û têkoşîna li dijî “çanda tecawizê” dike. Jixwe ev çand dibe sedem ku tecawiz normal were dîtin. Ev normalîzekirin bûye sedem ku tecawizkar neyên darizandin û di dawiyê de bi awayên cuda ev çand berdewam bike. Ev çand beşeke tundiya sîstematîk a li hemberê jinan e. Ji ber vê perwerde, birêxistinkirin û pratîk dikare bibe cebheyek li hemberî çanda tecawizê. Her wiha parastina hev û hilgirtina berpirsyariyê li hemberî hev, yek ji pîvanên civaka exlaqî û polîtîk e.
Mirov dikare bêje çareseriya pirsgirêka jinan yek ji pîvanên sereke yên civakeke demokratîk e. Rêbertî di nirxandinên xwe de qala “çanda jina azad” dike. Ev çand tenê bi serketina li ser çanda baviksalar, deşîfrekirina kodên koletiya jinan û têkoşîn û berxwedana li hember desthilatdarî û jinkujiyê ye. Her çend jin ji zû de ketine vê rêçê, lê hîna rêyeke dirêj û dijwar li pêşiya me ye. Bê guman avakirina hişmendiya wekhevî û biîradebûnê dikare civakê ber bi wekhevî û hevjiyana azad ve bibe.