Hemasê bersiva pêşniyara Witkoff pêşkêşî navbeynkaran kir

Hemasê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wê bersiva pêşniyara nûnerê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn pêşkêşî navbeynkaran kiriye, ku di bersivê de tê gotin agirbestek mayînde pêk bê, Îsraîlê ji Şerîda Xezayê vekişe û alîkarî ji Xezayê re werin pêşkêşkirin.

Hemasê bersiva pêşniyara Witkoff pêşkêşî navbeynkaran kir
31 gulan, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hamasê ragihand ku, ji bo pêkanîna agirbesteke mayînek, vekişîna giştî ya Îsraîlê ji Şerîda Xezayê, wê bersiva xwe ya li ser pêşniyara herî dawî ya nûnerê Amerîka ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff pêşkêşî navbeynkaran kiriye.

Di daxyaniya Hemasê de hat gotin, “Piştî tûrek şêwirên neteweyî, û li ser bingeha berpirsyariya bilind a li hember gelê me û êşên wan, me îro bersiva xwe li ser pêşniyara herî dawî ya nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff pêşkêşî birayên navbeynkar kir, ku armanca wê pêkanîna agirbesteke daîmî, misogerkirina vekişîna Îsraîlê ji Xezayê, gihandina alîkariyê ji bo gelê me, ye.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya vê lihevkirinê de, wê 10 dîlgirtiyên Îsraîlê bên berdan û 18 cenaze jî radestî wan bikin, li hemberê jî wê dîlgirtiyên filistînî li gorî hejmara li ser lihevkirî werin berdan.

Li gorî nûçeya Reuters’ê, plana Amerîkayê ya ji bo Xezayê ew e ku agirbesteke 60 rojî û 28 dîlgirtiyên Îsraîlî (10 sax û 18 mirî) di hefteya destpêkê de werin berdan û dûra jî 125 dîlgirtiyên filistînî yên muebed û 180 cenaze werin teslîmkirin.

Li gorî plana heyî ku serokê Amerîkayê Donald Trump û navbeynkarên Misir û Qeterê bicihanîna wê misoger bikin, piştî îmzekirina agirbestê wê yekser alîkarî ji Xezayê re werin şandin.

(ac/fr)

ANHA