Sistbûn tune ye, dema berxwedanê ye-HALÎL CEMAL

Sistbûn tune ye, dema berxwedanê ye-HALÎL CEMAL
19 kanûn, 2025   13:16

Wezareta Parastinê ya Suriyeyê bi awayekî  xweserî xwe, belgeyeke pêşniyara entegrasyonê ya bi dîroka 07.12.2025’an amade kiriye. Lê  di belgeyê de nehatiye nivîsandin ka ji kê re hatiye şandin û beriya hefteyekê bi riya navbeynkaran ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re hatiye gihandin. Rêveberiya Xweser heta niha derbarê vê mijarê de bersiveke fermî nedaye.

Di bin projeye de îmzeya Wezareta Parastinê heye, lê tê de nehatiye diyarkirin ka ev belge ji kê re hatiye şandin, yanî kes an jî saziya muhatap nehatiye diyarkirin. Her hal gumanek hatiye kirin ku eger navê saziya eleqedar bê nivîsandin wê wisa bê fêkirin ku ew sazî muhatap hatiye girtin. Ango weke ku hinek şîrovekarên cuda yan jî saziyên ku agahiyên raveker (aşkeraker) parve kirine jî bal kişandiye, ev cara yekem jî nîn e, herî dawiyê jî Rêveberiya Xweser an jî QSD muhatap nehatiye girtin. Ji ber vê yekê jî divê em ji destpêkê ve bibêjin ku şîroveyên wekî, “Bi vê belgeyê Rêveberiya Xweser muhatap hatiye girtin” xelet in.

Belge ji 6 sernavên bingehîn pêk hatiye. Ji bilî van sernavan 2 sernavên din jî weke pêvek hatine bicîhkirin. Ji vana 7 sernav wekî pêngavên ku dê Rêveberiya Xweser bi avêje, yanî gavên ku tên xwestin werin avêtin, hatine diyarkirin. Xala dawî jî qaşo wekî erkên hikûmetê hatine rêzkirin.

Ev belge bêyî ku nav were diyarkirin bi spartina hinek çavkaniyan tê nirxandin. Helbet wê gelek tiştên ku divê li ser vê belgeyê werin gotin çêbibin. Lê di vê nivîsê de jî wekî ku hinek kesan û saziyên ragihandinê jî aniye ziman, wê çavkanî neyê nîşandan. Ji ber wê yekê, di vê nivîsê de, li ser vê belgeya ku bi awayekî şeklî pênaseya wê hatiye kirin, wê xal bi xal nirxandin mimkun  nebe.

Belge bi îmzeya Wezareta Parastinê ye, lewma belkî wisa bê fikirandin ku tenê mijara QSD’ê hatiye nirxandin. Lê ne wisa ye. 

Mijara QSD’ê hatiye nirxandin, lê şeklê  nirxandina wê, bi rengê ku Rêveberiya Xweser heta niha aniye ziman, nîn e. Belge dibêjeku dê entegrasyon wekî 3 yekeyên cuda yên leşkerî (Hesekê, Dêrazo, Reqa) pêk were. Li gorî vê jî, sîstema terfî-tayînkirina QSD’ê, ango cihê erêkirina fermandar û erkdarên wê wekî fermandariay HTŞ’ê, li gorî belgeyê jî Wezareta Parastinê hatiye nîşandan. Yanî fermandarek dikare were pêşniyarkirin, lê ji bo erêkirinê, wê kesê hatiye pêşniyarkirin di mulakatê re were derbaskirin. Saziya ku dê mulakatê çêbike, di belgeyê de nehatiye pênasekirin. Lê dema mijar li ser mantiqa belgeyê were  nirxandin, pir bi rehetî dikare were gotin ku ev sazî fermandariya HTŞ’ê ye. Di vê mijarê de, têkildarî tiştên ku divê werin kirin, çarçoveyek pir bi detay hatiye xêzkirin. Di belgeyê de gelek sernavên wekî, sicîlên fermandar û şervanên  QSD’ê, deftera jimêryariyê (Envanter) ya QSD’ê û her tiştekî derbarê envantere de, sîstema mewzîbûnê û tevahiya xebatên binesaziyê hatine rêzkirin û hatiye xwestin ku ev dewr û teslîmî HTŞ’ê werin kirin. 

Aliyê herî balkêş ê vê belgeyê ew e ku belge bi îmzeya Wezareta Parastinê hatiye amadekirin, lê bal kijandiye ser van mijaran jî: “Wê cihê Kurdan ê di nava sîstemê de çibe, kesayet wê çawa di nava burokrasiya dewletê de cih bigirin, çavkaniyên enerjiyê û deriyên gumrukê wê çawa werin nirxandin”. 

Bi van taybetmendiyên xwe ve, belge asta wezareta parastinê derbas dike. Belge xwedî naverokek wisa ye ku divê rasterast îmzeya Colanî di bin de hebe. Hîn nediyar e ka Colanî wê mayinde be yan demkî be, lê ji bo mayindebûnê amade ye ku her tiştekê bike.

Dema (zemanê) belavakirina vê belgeyê jî gelekî girîng e. Desthilatdariya Şamê  ya HTŞ’ê ev salek e ji  bilî  Peymana 10’ê Adarê tu gotinek fermî nedaye û di vê mijarê de gaveke ku avêtiye jî nîn e. Lewma di rojên dawiya salê de bi awayekî bilezûbez, bêyî ku mahatap were diyarkirin û bi riya navbeynkaran belavkirina belgeyek bi vî rengî gelekî watedar e. Bi  taybetî di demeke ku baskê desthilatdariyê yê dewleta Tirk li ser peyman û entegrasyonê pir zêde nirxandinan dike û di bin navê entegrasyonê de zexta teslîmiyetê li Rêveberiya Xweser dike de, şandiya belgeyek wiya ya ku muhatabê wê nehatiye diyarkirin, di rastiyê  de tê wateya  tunehesibandina Rêveberiya Xweser. Yanî wekî ku di nirxandinên şîrovekarên ragihandinê yan jî daxuyaniyên hatine dayîn de hatiye îfadekirin jî, ev belge muhatap bûnê nagire nava xwe. Tê wateya ferzkirina fermanek wekî, “Ez çi bejim tu dê wiya bikî”.  

Li aliyê din ev belge wekî kopyayeke raporên ku bi taybetî ji aliyê baskê desthilatdariyê ve hatiye amadekirin, xuya dike. Li wir jî înkarkirina Kurdan xwe beş dike (nîşan dide). Hewl tê dayîn ku teslîmiyet weke çareseriyê bê nîşandan. Di bin navê  çareseriyê de, bêrêxistinbûnî û bêpariya ji mekanizmaya parastinê tê ferzkirin.  Tê xwestin ku ji bo Rêveberiya Xweser jî bê gotin, ‘Eger tu heta dawiya salê teslîm nebî, wê vebijêrka leşkerî yanî dagirkerî li ser masê be’.

Wekî ku ji zimanê vê belgeyê jî tê fêmkirin, ew ji zimanê Tirkî bo zimanê Erebî hatiye wergerkirin û wekî nivîseke bi îmzeya Yaşar Guler derdikeve pêşiya me.   

Dema ev hemû li ber çavan werin girtin, di serî de Kurd, pêwîste hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser û dostên wan, li beramberî pêleke nû ya qirkirinê xwe amade bikin. Ji ber wê yekê, divê xwe ji gotinên ku dê gelê me, gelên me bixe nava sistahiyê dûr bê sekinandin; ev dibe yek ji erkên bingehîn ên roja îro. Pêwîste em jibîr nekin ku azadî ancax dikare bibe berhema gelên xwediyên rêxistin û mekanizmaya parastina cehwerî.  Ji ber vê yekê niha dema sistbûnê nîn e, dema amadekariya berxwedana herî berfireh e.