Siyasetmedar: Divê tevî sûcên rejîma berê sûcên dewleta Tirk û DAIŞ`ê jî bên lêkolînkirin

Siyasetmedarên li kantona Tebqayê tekez kir ku eger xebatên Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê tenê ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma berê bin, dê sûcên li dijî gelê Sûriyeyê dewam bikin û divê sûcên dewleta Tirk û yên DAIŞ`ê jî bên lêkolînkirin.

Siyasetmedar: Divê tevî sûcên rejîma berê sûcên dewleta Tirk û DAIŞ`ê jî bên lêkolînkirin
1 hezîran, 2025   05:25
TABQA

Di 18’ê Gulanê de desthila Şamê Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê ava kir, lê karê wê tenê lêkolînkirina tawanên rejîma berê ya Baasê ye. 

Derdorên cuda yên civaka Sûriyeyê fikra ku karê vê komîsyonê tenê tawanên rejîma Baas be, qebûl nekir, ji ber ku ev yek mafên kesên ku ji ber sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine, winda dike û tê wateya ku xeterrya şerê navxweyî hîna jî heye.

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yasir El Kurdî diyar kir ku partiya wan dixwaze ku ev komîsyon ji bo lêkolînkirina hemû tawanên ku li dijî gelê Sûriyeyê hatin kirin e, û hemû sûcdarên ku kiryarên tawankarî li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk anîne werin darizandin.

Li gorî biryarnameya avakirina Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê, armanca komîsyonê ew e ku "rastiyên der barê binpêkirinên giran ên di dema rejîma berê de hatine kirin eşkere bike, bi rêya dezgehên pêwendîdar berpirsyarên pinpêkirinan darizîne, hewl bide ku mexdûran qerebû bike û ziyanan vegerîne ".

El Kurdî pirsa mafên şêniyên Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê kir, ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek tawan li dijî wan pêk anîn. lê karê Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê tenê tawanên rejîma berê ye.

El Kurdî diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe û civaka navneteweyî fişarê bike da ku Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê ji nû ve were sererastkirin da ku hemû kesên ku tawan li dijî gelê Sûriyeyê kirine werin lêpirsîn. Ji ber eger dadweriyê pêvajoya derbasbûnê pêk neyê dê kiryarên tilhildan, tewan, sûcên şer û şerê navxweyî .

El Kurdî tekez kir ku divê Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê bêalî be û bi piştevaniya navneteweyî ve girêdayî be ji bo karibe sûcdaran li dereyî welat egerîne. Her wiha tekez kir ku divê Komîsyon serbixwe be, daku bikaribe hemû tawankaran bipirse, bêyî cudahî, daku bi awayekî dadmend werin darizandin her welatiyek bigihêje mafê xwe.

Hevseroka şaxê Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kantona Tebqayê Barîn Mamo, bal kişand ser wê yekê ku avakirina Komisyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê bi erkên teng û li gorî hin aliyan hatiye avakirin, tenê ji bo hesabpirsîna tawanên rejîma berêye, di heman demê de komkujiyên çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî paşguh dike.

Hevseroka şaxê Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kantona Tebqayê Barîn Mamo jî diyar kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê her tim dibêje ku divê dadweriya pêvajoya derbasbûnê ji tevahî Sûriyeyê be, ji ber ku bêyî wê Sûriyeya nû dê li ser bingehên rasteqîn neyê avakirin. Ji ber vê yekê divê Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê hemû tawanên ku li Sûriyeyê hatine kirin, yên berê û yên niha, lêpirsîn bike.

Hevserokê buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Tebqayê Xalid El Esker avakirina Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê weke gaveke girîng ji bo aramiya Sûriyeyê û avakirina welatekî ji bo hemû pêkhateyan, nirxand.

El Eskar da zanîn ku erkdarkirina Komîsyona Dadweriya Pêvanoya Derbasbûnê bo lêpirsîne tawanên rejîma Beisê, dadweriyê berovajî dike û nabe sedema aramî û aştiyê li welat. Her wiha diyar kir ku hebûna sûcdarên şer, çeteyên dewleta Tirk a dagirker rê li ber berdewamiya sûcan vedike û welat di bin xetereya şerê navxweyî de dihêle.

El Eskar di dawiya axaftinên xwe de xwest ku dadweriyeke pêvajoya derbasbûnê ya berfireh pêk were, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de be, da ku ew bingeheke bihêz ji bo siberoja Sûriyeyê ava bike.

Di daxuyaniya avakirina Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê de sûcên ku di pêvajoya kirîza Sûriyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê hatine kirin paşguh dike, weke sûcên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve, yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û yên di mehên dawî de li peravên Sûriyeyê hatine kirin, ku herî dawiyê di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan de hatin binavkirin.

(k)

ANHA