3450 xwendekaran ji bo xwendina zanîngehê serlêdan kir

Qonaxên hevyazbariya (mufadele) sala hîndekariyê ya 2025-2026`an dewam dikin, 3 hezar û 450 xwendekaran ji bo ku li zanîngehan bixwînin serlêdan kirin.

3450 xwendekaran ji bo xwendina zanîngehê serlêdan kir
28 îlon, 2025   10:34
QAMIŞLO

Pêvajoya pêşwazîkirina xwendekarên zanîngeh û peymangehên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Zanîngeha Rojava, Kobanê û El Şerq) yên sala hîndekariyê ya 2025-2026`an didomin.

26`ê Îlonê (2025) dema tomarkirina navên xwendekaran bi dawî bû, li gorî agahiyên ku Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane me 3 hezar û 450 xwendekaran serlêdan kiriye, di nav wan de jî yên ku vê salê bawernameya refa 12`an a dibistanên rejîma berê wergirtine jî hene.

Xwendekarên dibistanên rejîmê vê salê dikarin derbasî hemû beşên Zanîngeha El Şerq û çend beşên Zanîngeha Rojava yên li bajarê Hesekê bibin.

Duh (27`ê Îlonê) 2 hezar û 320 xwendekarên beşa zanistê ji bo ku di zanîngehan de werin qebûlkirin, ketin ezmûnan. Encamên ezmûnan jî wê di 1`ê Cotmehê de bên eşkerekirin.

Ji 2-13`ê Cotmehê dê xwendekar daxwazên xwe tomar bikin, encamên daxwazan jî wê di 18`ê Cotmehê de bên ragihandin.

Sala hîndekariyê ya 2025-2026 wê di 19`ê Cotmehê de bê destpêkirin.

(sb/fr)

ANHA