Şêniyan daxwaz ji hikumetê kir: Mazotê erzan bike

Li herêma Cizîrê malbat ditirsin ku vê zivistanê nekarin mazotê peyda bikin. Şêniyan ji hikumetê daxwaz kir ku mazotê erzan bike.

21 mijdar, 2026   05:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarên Hesekê, Girkê Legê û Çilaxayê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku mazota germkirinê erzan bikin.

Hikumeta veguhêz dabû zanîn ku ew ê dest bi belavkirina mazota zivistanê bike û lître bi 115 lîreyî ye. Lê heyanî niha dest bi belavkirina mazotê nekiriye û derfeta şêniyan nîn e ku lîtreya mazotê bi 115 lîreyê bikirin.

BERMÎLA MAZOTÊ BI 250 DOLARÎ YE

Şêniyên Çilaxayê anî ziman ku ew ji biryarên hikûmeta veguhêz ne razî ne û ew ne li gorî rewşa wan a aborî biryaran werdigire.

Nîdal Ebdulah got bermîleke mazotê bi 250 dolarî ye û derfetên wî nînin ku mazotê bi vê buhayê bikire. Lîtreya mazotê bi 11 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyê ye, zarokên wî hene û pêdiviya wan bi mazotê heye lê ew nikare bikire.

Ebdullah Mihemed jî got hemû malbat zarok û îxtiyarên wan hene û pêdiviya wan bi mazotê heye lê ew nikarin bikirin. Hinek malbat dê neçar bin pere deyn bikin û mazotê bikirin.

Ehmed Omer jî daxwaz ji aliyên têkildar kir ku mazotê erzan bike û got li parêzgeha Hesekê petrol heye û pirs kir çima mazot biha ye?

PÊDIVIYA HER MALBATEKÊ BI HEZAR LÎTREYÎ HEYE

Ji bajarê Hesekê Telal Bişwan got di salên borî de wan her sal 300 lîtreya mazotê bi 300 hezar lîreyî werdigirt û Rêveberiya Xweser heyanî meha tîrmehê mazot li hemû şêniyên herêmê belav dikir. Niha jî bermîleke mazotê bi 220-250 dolarî ye û malbat nikarin mazotê bikirin.

Bişwan da zanîn ku heke hejmara malbatekê 10 kes bin anceq nêzî hezar lîtreyî têra wan bike. Hinek malbat rojane tenê 1-2 lîtreya mazotê dikirin û hinek malbat jî soba daran danîne.

Hewas Çolî jî got rewşa wan gelekî zehmet e, gelek welatî nema dikarin heqê nanê xwe peyda bikin, karker nikarin mazotê bikirin û daxwaz kir ku lîtreya mazotê bi 700-800 lîreyê be.

Adil Cerû diyar kir ku ji sedî 5 Sûriyeyî dikarin mazotê bikirin, pir zehmete ku bermîlekê bi 250 dolarî bikirin. Her wiha tonek dar nêzî 300 dolarî ye.

ALTERNATÎFÊN MAZOTÊ BIHA NE

Ji bajarê Girkê Legê jî Fadil Remîh got lîtreya mazotê bi 175 lîreya nû bû û piştre lître bû bi 15 lîreyan lê êdî mazotê li benzînxaneyan nayê pedakirin.

Remîh anî ziman ku ew nikarin dar û qalikên fisteqan jî bikirin û daxwaz kir ku pirsgirêka wan bê çareserkirin.

Behzad Silêman jî got mûçe û heq destê welatiyan di navbera 100-200 dolarî ye lê bermîleke mazotê bi 250 dolarî ye. Peydakirina mazotê ji bo zarok û îxtiyaran karekî mirovî ye.

Heysem Hacî anî ziman ku xelk nikare mazotê bikire û neçar maye ku berê xwe bide soba daran û alternatîfên dîtir.

(np)

ANHA 

GIRKÊ LEGÊ

HESEKÊ