Lubnan: Îsraîlê 16 hezar hêktar erd şewitand

Lubnanê hişyarî li ser karesta jîngehê ya ji ber êrişa Îsraîlê da û diyar kir ku 16 hezar hêktar zevî hatine şewitandin û 1880 tonên teqemenî li başûrê welat hatine bikaranîn.

Lubnan: Îsraîlê 16 hezar hêktar erd şewitand
6 mijdar, 2026   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Jîngehê ya Lubnanê Tamara El Zên bi boneya Roja Qedexekirina Bikaranîna Jîngehê di Şer û Aloziyên Çekdarî ya Navneteweyî de got artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023’yan ve zêdetirî 16 hezar hêktar zeviyên çandiniyê şewitandine û 1800 tonên teqemenî û 3 teqîn li başûrê pêk anîne.

Tamara diyar kir ku Lubnan rûbirûyî zerarên jîngehî yên berfireh e; weke şewitandina zeviyên çandinî, daristanan, her wiha cotkaran berhem û jêderên rizqê xwe winda kirin.

Tamara pirsî gelo kî berpirsiyariya van zeraran hildigire û kî garantiyê radike ku Lubnanê tenê rûbirûyî şopên wan bin û lêçûna çareserkirina wan hilgirin.

Tamara aşkera kirin ku Lubnanê di navbera Cotmeha 2023 heta Îlona 2026’an de belge kiriye ku zêdetirî 16 hezar hêktarên zeviyên çandinî û hawîrdorê ji ber êrişên Îsraîlê yên fosforî û yên dîtir de hatine şewitandin.

Tamara hişyarî li ser xeteriyên jîngehê yên demdirêj da û got divê şopên qirêjî, bermahiyên cebilxaneyan li ser axê, avê û selametiya hilberîna çandiniyê werin şopandin.

Tamara encamên rapora ku Wezareta Jîngehê ku têkildarî teqemeniyên artêşa Îsraîlê li deverên Başûrê Lubnanê bi kar anîne pêşkêş kirin.

Li gorî raporê, artêşa Îsraîlê nêzî 80 ton teqemenî li Mecdel Zon a Sorê, 700 ton li derdora Keleha Şiqeyêf a Nebetiyê, 1100 ton li Tilê Elî Tahir a Nebetiyê bi kar anîne.

Wezîra Jîngehê diyar kir ku bandorên van zerar rasterast windahiyên jîngehî derbas dike, bandorê li jiyana welatî û rêbazên jiyana wan dike.

Tamara bang li civaka navneteweyî û NY’yê kir ku di çareserkirina van zerarên jîngehê de alîkariya Lubnanê bikin û Îsraîlê li ser berpirsiyariyên wê ceza bikin.

Girêdayî mijarê, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di bîlançoya xwe ya roja pênceşmê de aşkera kir ku ji 2’yê Adara 2026’an ve 4390 kest hatine kuştin û 12429 kes birîndar bûne.

(f)