Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye

Piştî dayîna ard ji bo firinan ji sedî 10 hatiye kêmkirin, nebûna mazota xizmeguzariyê, bilindbûna buhayê sotemeniyê û zehmetiyên dabînkirina pereyên nû, li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde bûye.

Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
Kêmkirina ard û nebûna mazotê li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde kiriye
28 cotmeh, 2026   03:43
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên herêma Cizîrê têkildarî biryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û bi taybet biryara têkildarî kêmkirina miqdara ard bi rêjeya ji sedî 10`an ji bo firinan, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Şêniyê gundê Benî Sadî Ciwan Edîb da zanîn ku kêmkirina dayîna ar bareke din li barê şêniyan zêde kir, bi taybet barê malbatên mezin zêde dike, nan xwarineke rojane ye û madeyeke xwarinê ya esasî ye.

Şêniyê gundê Xirbê Cihûya Celal Yûsif Xelef jî diyar kir ku piştî ku hikyumeta veguhêz derbasî saziyên li herêmê bû, zehmetiyên wan ê jiyanî zêde bû, kêmdayîna ard ji bo firinan hiştiye para nan ji 6 kîloyan bibe 5 kîlo û nîv, ev dihêle ku malbat rojane nanê taybet (Siyahî) bi 7 hezar lîreyên Sûriyeyê bikire.

Ev yek tenê bandorê li şêniyan nake, bandorê li xwediyê firnan jî dike, ji ber rawestandina dayîna mazota xizmetguzariyê, zehmetiyên dabînkirina ard û pereyên nû yên ji wan tê xwestin xwediyê firinan jî lêçûneke giran didin.

Kesê ku firina gundê Xirbê Cihûya îstismar kiriye û ev firin nan ji bo 12 gundên Çilaxayê amade dike Hisên Elî dibêje ku mazota xizmetguzarî ya ku Rêveberiya Xweser bi 190 hezar lîreyên Sûriyeyê dida wan, niha nema digihêje dest wan, ew neçar dimînin ku mazotê bi awayekî ji derve bi 17 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê bikirin, ev metirsiyan der barê domandina xebatên firinê de derdixe holê.

Şênî daxwaza peydakirina çareseriyên lezgîn, careke din berçavgirtina dayîna ard, dabînkirina mazota xizmetguzariyê ji bo firinan, bidestxistina pereyên nû û danîna buhayên nan bi awayekî guncaw dikin.

(sb)

ANHA