Ji Rêveberiya Trafîkê bang û hişyarî

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê gelek perspetîfkên têkildarî ajotin û selametiya welatiyan dan û diyar kir ku: " Pêkanîna yasayên trafîkê berpirsiyartiya hemûyan e û hevkarî rêya parastina giyanan e."

Ji Rêveberiya Trafîkê bang û hişyarî
28 îlon, 2025   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek gelek perspetîfkên der barê ajotin û selametiya welatiyan de da û ji bo rêgirtina li ber qezayan tedbîr zêdetir kirine

Rêveberiya Trafîkê di daxuyaniya xwe de got: "Rêveberiya Trafîkê bi fikareke mezin qezayên trafîkê yên ku vê dawiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne dişopîne. Di encama wan qezayan de gelek welatî mirin û birîndar bûn. Ev jî bandorek neyênî li ewlehî û aştiya civakê dike.

Ev rewş li ser me ferz dike wekî sazî û ferdên civakî ku bi cidiyet nêzî sedemên qezayan bibin û berpirsyariyên parastina giyanan bi cih bînin.

Sedemên sereke yên van qezayan di serî de leza zêde, nepejirandina zagon û rêziknameyên trafîkê, derbasbûna çewt û bikaranîna neewle ya wesayîtan in. Hin rewşên xemsariyê û nebûna lênêrîna birêkûpêk a wesayîtan jî bûne sedema zêdebûna qezayan.

Li ser vê bingehê, em hişyariyê li ser van xalan didin:

-Bicîhanîna hişktir a yasayên trafîkê li dijî binpêkaran (kesên muxalîf) û hesabxwestina ji kesên jiyana mirovan dixe xetereyê.

-Divê ajokar li gorî leza hatiye diyarkirin biajo û li gorî nîşane yan jî îşaretên trafîkê û pergalên trafîkê tev bigerin.

-Bi alîkariya medya û rêxistinên civakî, kampanyayên hişyariyê yên ji bo belavkirina çanda ewlehiya trafîkê werin destpêkirin.

-Bi armanca ku di qezayan de bersiva lezgîn were dayîn, koordîne bi aliyên tenduristî û ewlehî re were xurtkirin.

-Ji bo pêşîgirtina li cezayan divê malbat û civak jî bibin alîkarî;  şîretan li ajokaran bi tyabetî jî ciwanan bikin.

Her çend em ji ber qurbaniyên qezayên trafîkê xemgîn in û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwaze jî, em careke din diyar dikin ku em ê mîsyona xwe ya pêşxistina ewlehiya trafîkê bidomînin. Em bang li hemû ajokaran dikin ku ji bo parastina giyanan berpirsiyariyên xwe yên mirovî û yasayî pêk bînin.

Pêkanîna qanûnên trafîkê berpirsyariya her kesî ye. Tevkarî rêya me ya parastina giyanan e.

 (fr)