Rûsyayê bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî Keîvê kir

Desthilatên Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên şevê berê de herî kêm 9 kes li deverên cuda birîndar bûn. Ji bo parastina qada hewayî û selametiya welatiyan Polonyayê balafirên xwe rakirin.

Rûsyayê bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî Keîvê kir
28 îlon, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên Rûsyayê yên bimûşek û balafirên bêmirov ên şeva berê de herî kêm 9 kesên Ukraynayî birîndar bûn. Li kêlek wê jî Polonyayê balafirên xwe rakirin û ji bo parastina qada xwe ya hewayê rewşa amadebeşiya leşkerî bilind kir.

Girêdayî mijarê, wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Ivanovich Kuleba diyar kir ku Rûsyayê şeva berê bi sedan balafirên bêmirov û mûşekan li dijî herêmên cuda yên Ukraynayê bi kar anîn. Ji bo wê jî li paytexta Keîvê fîtên hişyariya ji bo êrişên asîmanî hatin pêxistin.

Şaredarê Keîvê Vitali Klitschko destnîşan kir ku paytexta Keîvê rastî êrişeke "mezin" hat û bang li şêniyan kir ku xwe di veşartgehan de biparêzin. Klischko got ji ber êrişan 5 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li herêma Zaporizhia jî herî kêm 4 kes birîndar bûn.

Li aliyekî din jî serokê Nivîsgeha Serokatiya Ukraynayê Andrey Yermak Rûsya tohmetbar kir ku bi rêya bombebarankirina avahiyan û binesaziyan êrişî welatiyan dike.

Der barê heman mijarê de hêzên çekdar ên Polonyayê ragihand ku wan balafirên xwe rakirin  û pergalên xwe yên parastina hewayî xistine rewşa amadebeşiyê. Hêzan diyar kir ku ev gavên "pêşîlêgirtinê" ji bo misogeriya parastina qada hewayî ya Polonyayê û selametiya şêniyan bi taybet li herêmên bi ser sînorê Ukraynayê ve, pêk tên.

(fr)