Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin

Cotkarên gundewarên Kobanê ji ber bihabûna mazotê heya niha nekariye erdên xwe biçînin. Cotkaran ji rayedaran xwest piştgiriya çandiniyê bikin.

Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin
Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin
Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin
Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin
Ji ber bihabûna mazotê cotkarên Kobanê nikarin erdên xwe biçînin
27 cotmeh, 2026   02:54
KOBANÊ

13`ê Îlonê hikumeta veguhêz mazot biha kir, berê lîtreyeke mazotê bi 12 hezar û 500 lîreyî bû, niha bûye 17 hezar û 500 lîre. Her wiha benzîn û gaz jî biha bûne, ev bihabûn bandoreke rasterast li çandiniyê dike.

Cotkarên gundewarên Kobanê der barê bihabûna mazotê û  bandora wê ya neyînî ya li ser çandiniyê de ji ajansa me re nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hebeş Norî Mihemed ji gundê Qorê yê Kobanê y, der barê mijarê de got: "Min çandinî heya niha nekiriye û ne jî dikarim bikim. Heke buhayê mazotê wekî niha bimîne, ne tenê ez, hemû cotkarên gundewarên Kobanê nikarin çandiniyê bikin.”

Mihemed diyar kir ku par rewşa çandiniyê baş bû, mazot û tovên çandiniyê di dema xwe de û bi buhayên guncaw hat belavkirin, lê îsal rewş berevajî ye, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tevî bihabûna mazotê jî heya niha mazota çandiniyê li cotkaran belav nekiriye.

Mihemed wiha dewam kir: "Her kes dizane niha dema çandiniyê ye. Çawa ez ê bikarim çandiniyê bikin? 4 hektar erdên min heye, bes ez nikarim îsal biçînim, tevî ku ez debara jiyana xwe li ser vê çandiniyê dikim."

Hebeş Norî Mihemed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Şêniyên Kobanê bi piranî debara xwe bi çandiniyê dikin, heke îsal rewşa çandiniyê bi vî awayî berdewam bike û cotkar nekarin çandiniya xwe bikin, dê rewşa jiyanî li Kobanê ber bi karaseteke mezin ve biçe.”

Mehmûd Birahîm Osê diyar kir ku wan heya niha mazota xwe ya zivistanê negirtiye û got: "Her sal di van deman de Rêveberiya Xweser mazota germkirinê û ya çandiniyê bi tevahî belav dikir lê hikumeta veguhêz heya niha ji bo vê yekê bê deng e.”

Birahîm Osê di berdewama axaftina xwe de got: "8 hektar erdê min heye ku ez pê debara jiyana xwe dikim, lê îsal heya niha min ne cot kiriye ne jî çandiye, ji ber ku ez nikarim bi vê bihabûnê biçînin .Bi piranî gundewarên Kobanê heya niha çandinî nekirine û nikarin bikin jî.”

Mehmûd Birahîm ji aliyên têkildar xwest guh bidin sektora çandiniyê û buhayê mazotê kêm bikin.

(ct/k)

ANHA