‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`

PYD`ê bi boneya nêzîkbûna salvegera 14`ê Tîrmehê civînek li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de hate destnîşankirin ku “berxwedana girtîgehan têkçûna dijmin di şert û mercên herî dijwar de jî îsbat kir”.

‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`
‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`
‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`
‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`
‘Berxwedana li girtîgehan têkçûna dijmin îsbat kir`
11 tîrmeh, 2024   14:45
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Birakê bi nêzîkbûna salvegera 42`yan a berxwedana 14`ê Tîrmehê civînek li hola meclisa bajêr li dar xist.

Endamê rêveberiya PYD`ê Şiyar Mihemed axivî û fedakariyên têkoşeran di girtîgehên dewleta Tirk de silav kir û diyar kir ku têkoşeran girtîgeh kirin qada berxwedana li hember dewleta Tirk a faşîst û derbeya leşkerî ya 12`ê Îlona 1980`yan.

Mihemed, dema ragihandina "greva birçîbûnê" ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş ve li pêşberî dadgeha dewleta Tirk li Amedê û çawa dûre Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akif Yilmaz tev lê bûn û bandora wê vegotin.

Mihemed destnîşan kir ku berxwedana girtîgehan îsbat kir ku dijmin heta di şert û mercên herî dijwar de bi bin dikeve û bang kir ku her kes xwedî li berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker derkeve ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bidestxistin.

(şx)

ANHA