6 bikarhîner û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin
Li Dêrazorê 6 belavkar û bikarhînerên medayên hişbir hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li rojavayê Dêrazorê 6 belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir 6 kesên madeyên hişbir bi kar dianîn û belav dikirin, li gundewarê rojavayê Dêrazorê girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku miqdareke çek, teqemenî, telefonên destan û hinek pere bi wan re hatin desteserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin piştî lêpirsîn bi dawî bû, belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir sewqî dadgehê hatin kirin.
(bb)
ANHA