Kongreya 4`emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê 16`ê Tîrmehê ye
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin" kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe.
![Kongreya 4`emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê 16`ê Tîrmehê ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669101de72bb2.jpg)
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi daxuyaniya nivîskî ragihand ku dê kongreya xwe ya 4’emîn li dar bixe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kongre wê bi dirûşmeya "Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin" were lidarxistin.
Kongre dê di 16 û 17'ê Tîrmeha 2024’an de li bajarê Hesekê were lidarxistin û dê 2 rojan dewam bike.
Di roja yekemîn a kongreyê de dê bernameyên çandî û werzîşî û di roja duyemîn de nîqaşên rêxistinî werin kirin.
Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Di çarçoveya hemleya ‘cenga azadiyê serbixin’ de, tu jî tev li kongreya 4'emîn a ciwanên şoreşger bibe.”
(şx)