YRA: Mirad Mîrza bû qehremanekî ragihandina azad

Yekitiya Ragihandina Azad ji malbata Mirad Mîrza re sersaxî xwest ku li Şengalê di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû û diyar kir “Mirad Mîrza jî wekî xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Sînan bû qehremanekî ragihandina azad.”

YRA: Mirad Mîrza bû qehremanekî ragihandina azad
12 tîrmeh 2024   12:11
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî şehîdxistina nûçegihanê Çira FM’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mirad Mîrza 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî 2 hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bûbû û ji ber birîna wî giran bû, di dema emeliyatê de şehîd bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ev agahî piştî di roja 8’ê Tîrmehê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk careke din erebeyek ku endamên ragihandina azad rakiribû, bombebaran kir, vê carê êriş li Şengalê bû. Di erebeyê de nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê yên ji bo amadekirina nûçe û raporên bi boneya salvegera komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatbû, berê xwe dida Tilqesebê.

Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bû, nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel 2 welatî û zarokeke biçûk birîndar bûn. Şevê din Mirad Mîrza ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Mirad Mîrza jî wekî xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Sînan ê di 23’yê Tebaxa sala derbasbûyî de li Rojava bi êrişên balafirên bêmirov jiyana xwe ji dest da, bû qehremanekî ragihandina azad ku di oxira heqîqetê de canê xwe feda kiriye.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE RAGIHANDINA AZAD RAWESTÎNE LÊ NIKARE’

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ne tiştekî nû û tesadif e, lê belê ew bi zenbûn û beşek ji komkujiya Şengalê ye. Dewleta Tirk bi van êrişan tişta wekîlê wê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de pêk anî, bi xwe didomîne. Di heman demê bi her rêbazan dixwaze Ragihandina Azad li her derê rawestîne. Lê wê qet nekare hêviyên xwe pêk bîne.

‘ÊDÎ ŞERM E LI BER ÇAVÊ WE ROJNAMEVAN TÊNE KUŞTIN’

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) di serî de sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd Mirad Mîrza re dixwaze, şifaya xêrê ji hevalên xwe yên birîndar re hêvî dike. Di heman demê de bang li hemû sazî û dezgehên navdeweltî yên mafê mirovan û bi taybet ên ji bo parastina rojnamevanan dikin ku erka xwe pêk bînin û hesab ji deweleta Tirk û hevkarên wê bipirsin. Em ji wan saziyan re dibêjin êdî şerm e li ber çavên we rojnamevan bi gelek rê û rêbazan têne kuştin, heta êdî balafirên bêmirov li dijî wan têne bikaranîn û hûn dengê xwe nakin.”