Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Sîwan Îsa
Bi sedan jinan û şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Sîwan Îsa û nûnerên tevgerên jinan soz da ku rêya şehîd berdewam bikin ta ku azadiya jinan bi dest bixin û welatekî azad ava bikin.
Bi sedan jin, endamên rêxistin û partiyan û şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata şehîd Sîwan Şakir Îsa re xwest.
Şehîd Sîwan endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bû û 8`ê Tîrmehê dema li ser karê xwe bû, şehîd bûbû.
Ji bo şehîd Sîwan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê konê sersaxiyê li pêşiya mala wê ya li taxa Kornîş a Qamişloyê vegirt.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsêxan Gulo axivî û got: "Em soz didin şehîdan ku li ser şopa wan bin ta ku hêviyên wan ên avakirina welatekî azad û rizgarkirina tevahî jinan pêk bînin."
Şemsêxanê wiha domand: "Berdêla azadiyê biha ye. Lê dîsa jî em bi hêz û israra gelê xwe dê bi ser bikevin û azadiyê ji gelan re bi dest bixin."
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Edalet Omer jî got: "Şehîd Sîwan ji bo praktîkkirina rêgezên neteweya demokratîk, rizgarkirina jinan û parastina mafên wan, ev demeke dirêj bû tê dikoşî."
Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran sersaxî da malbata şehîd Sîwan.
(şx)
ANHA