Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê da

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, malbatan careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê da
12 tîrmeh 2024   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

40 meh e ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin. Birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku pê re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş bi heman rengî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê da.