Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû

5'emîn Festîvala Aşitî ya Zarokan ku Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê li dar xistiye, bi xelatkirina tîm û desteyên beşdar bi dawî bû.

Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
Festîvala Aştî ya Zarokan bi dawî bû
11 tîrmeh, 2024   15:52
TEBQA

5'emîn Festîvala Aşitî ya Zarokan duh Ii ser Dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi dirûşma "Ez zarok im, ez pêşeroj im" bi tevlêbûna 650 zarokan dest pê kiribû.

Di roja duyemîn a festival de, bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, zarok, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl ên kantonê hazir bûn.

Komeke zarokên tev li festîvalê bûne, berhemên xwe yên destan pêşandan.

Dûre komên Navenda Hulm El Xed (Xewna Sibê), koma Koma Desteya Jinan, koma Navenda Meharat û koma Navenda Skîl Ap lîstikên tiyatroyê pêşandan û koma Zarokên Firatê ya Navenda Çandê ya Tebqayê jî berhemên xwe pêşandan. Piştî wê komên beşdar, berhemên xwe yên govendê pêşandan.

Di dawiyê de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, endamên Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyarî li komên beşdar û amadekarên mîhrîcanê belav kirin.

Çaverê bû ku mîhrîcan 3 rojan 2 li Tebqayê û roja sêyemîn li bajarê Cirniyê bûya. Lê ji ber şert û mercên mirovî yên taybet û pişî ku 3 kesan ji bajarê Cirniye li çolistana Cezaîrê jiyana xwe ji dest da, mîhrîcanê 2 rojan berdewam kir.

(şx)

ANHA