Li Efrînê revandina welatiyan û qirkirina xezayî dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand û zêdetirî 300 dar şewitandin.

Li Efrînê revandina welatiyan û qirkirina xezayî dewam dikin
9 tîrmeh 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî xwecih diyar kir ku çeteyên ‘Koma 112’an’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Menan Miho Nesan ê 40 salî yê ji gundê Dimiliya yê Mabatayê ya Efrînê revand.

Çavkanî da zanîn ku malbata Nesan ji bo serbestberdana kurê xwe 3 hezar dolar fidye daye çeteyan, lê tevî vê yekê jî nehatiye berdan. Li gorî heman çavkanî, çeteyan Nesan sewqî girtîgeha Kîlîsê ya dewleta Tirk kiriye û aqûbeta wî nayê zanîn.

Çavkaniyekî din diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Eltaniya yê Racoyê 300 darên mişmiş, kerez û zeytûnan şewitandine.

(bb)

ANHA