Xwediyê rûkeniya daîm ku rûyê wî xemilandibû: Şehîd Alan El Elî

Şehîd Alan Elî; kurê yekane yê malbata xwe bû. hertim rû li ken û giyan şad bû. Li dijî narkotîkê tê koşiya lê kirêvê wê artêşa Tirk a dagirker tola xwe ji wî hilanî ku dawiyê tevî hevalên xwe li Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên hişbirê ya li Dêrikê şehîd bû.

Xwediyê rûkeniya daîm ku rûyê wî xemilandibû: Şehîd Alan El Elî
19 cotmeh, 2023   02:37

Di 8'ê Cotmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn, ji wan jî şehîd Alan Nazim El Elî bû.

Cenazeyê şehîd Alan di 11'ê Cotmehê de tev hevrêyên xwe yên akademiyê; Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Besam El Hisên û Mihemed Şemdîn li Goristana Şehîdan a Şehîd Delîl Sarûxan bi beşdariya bi hezaran şêniyên herêmê hat oxirkirin.

Şehîd Alan Nazim El Elî di 2004'an de li Qamişlo ji dayik bûye. Kurê yekane yê malbata xwe ye, 3 xwişkên wî hene. Li dibistana Hitîn dest bi xwendina xwe kiriye, piştre dibistana Lîwa. Qonaxên navendî û amadehî li dibistana Selac El Ehmed qedandiye.

`TU ALFEBAYEK NIKARE WÎ BIWESFÎNE`

Der barê zaroktiya şehîd Alan de, bavê wî Nazim El Elî ji ajansa me re got: "Gotin li ber wesifandina Alan kêm dimînin. Ew ne mîna zarokên din bû, tevî ku temenê wî biçûk bû lê hebûna wî di civatan de balkêş bû û her tim rûyê wî li ken bû."

Der barê xwendina şehîd Alan de, Nazim El Elî got: "Wî girîngî dida zanîn û xwendinê. Di xwendina xwe de li pêş bû lê belê wî asta amadehî bi dawî nekir."

Şehîd Alan di 2021'an de tev li saziyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye û di Saziya Zemhêrê ya Qamişlo de dest bi kar kiriye. Piştre sala 2022`yan tev li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûye di beşa Peywendiyan a Zeviya Umer de cih girtiye.

Dayîka şehîd Alan Şîrîn Dawûd jî wiha behsa kurê xwe kir: “dema erka xwe ya nîştimanî pêk dianî, tevî 2 hevrêyên xwe di serê xwe de li nêzî guhê xwe birîndar bû. Sala borî jî, di kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de jî bedenê wî xişxişî bû. Lê dîsa jî êşên xwe ji xwe re nekirin bar û bi vîneke xurt karê xwe temam kir.”

Têkildarî mereqa wî ya li ser kar, Şîrîn wiha axivî: "Piştî ku dermankirin bi dawî bû, di destpêka sala 2023'yan de ew tev li Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê bû, wî ji karê xwe hez dikir. Heta derengiya şevê kar dikir."

CIVAKÎ BÛ

Şîrîn Dawûd wiha lê zêde kir: "Sirparêz bû, zû hêrs dibû lê hema zû razî dibû. Di şaştiyan de destpêkê lêborîn dixwest. Zilm qebûl nedikir, parastina mafê xwe û hevalên xwe dikir. Comerd bû çi li cem hebûya bi xiznan re parve dikr. Civakî bû û hevalên wî pir bûn."

Xwişka biçûk a şehîd Alan, Sûriye El Elî wiha behsa birayê xwe kir: "Ji me xwest ku em ji bo şehadeta wî negirîn ji ber ku şehîdê welat e. Em bi wî û şehadeta wî serbilind in."

Malbata şehîd Alan teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir û got bila cîhan û hêzên navneteweyî bizanin ku ew dev ji mafên xwe yên rewa bernadinû ew ê tola hemû şehîdên xwe hilînin.

(mh/şx)

ANHA