Nûçegihanê Çira FM li Şengalê şehîd bû

Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bûbû, ji ber birîna wî ya giran di dema emeliyatê de şehîd bû.

Nûçegihanê Çira FM li Şengalê şehîd bû
12 tîrmeh 2024   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

8ê Tîrmehê wesayîteke ragihandina azad ku nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê tê de bûn, ji bo şopandina xebatên salvegera fermana 3’yê Tebaxê çûbûn Tilqesebê, di vegerê de ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin.

Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûbûn.

Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de şehîd bû.

(şx)