Ji Navenda Metro banga parastina rojnamevanan 

Navenda Metro êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nûçegihanên Çira Tv û Çira FM şermezar kir û bang li hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişan rola temeşvan nelîzin.

Ji Navenda Metro banga parastina rojnamevanan 
12 tîrmeh 2024   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

8’ê Tîrmehê wesayîteke ragihandina azad ku nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê têde bûn, ji bo şopandina xebatên salvegera fermana 3’yê Tebaxê çûbûn Tilqesebê, di vegerê de ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin. Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûbûn. Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Ji ber parçe ji serê xwe xwaribû, çend roj bûn nezîfa serî ne disekîne, îro dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de şehîd bû.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan, der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û hate gotin: "Ji ber êrişên dewleta Tirk ji serê salê ve 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûne. Herdu hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê rola temaşevaniyê dilîzin. Em bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, der barê lihevkirinên xwe yên ewlekarî yên bi hikumeta Tirkiyeyê re agahiyan belav bikin, da ku welatî biryar bidin çi bikin.

Em dîsan bang li her du hikumeta dikin ku welatiyan biparêzin û rola temaşevaniyê nelîzin.