Nûçegihanê Çira FM bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Peyamnêrê Çira FM’ê rojnamevan Mirad Mîrza Birahîm li goristana Qîraniyan ya Sikêniyê bi tevlibûna hevalên xwe yên kar, hempîşeyên xwe, Rêveberiya Xweser a Şengalê û malbata xwe bi merasîmeke heybet hate oxirkirin.

Nûçegihanê Çira FM bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
12 tîrmeh 2024   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku 8’ê Tîrmehê dema ji Til-Qesebê vedigeriya Şengalê, li gel du hevalên xwe yên ragihandinê bûbû hedefa balafira dewleta Tirk a dagirker û li gel du hevalên xwe yên kar û 3 welatiyan bi giranî birîndar bûbû.

Ji ber birîna wî giranbû heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Şevê din dema emeliyatê li nexweşxanayê şehîd bû.

Serê vê sibehê piştî karûbarên otopsiyê derbasî Şengalê hate kirin. Li ser daxwaza malbatê li goristana Girê Gewr ku ayîdê Qîraniyane li Sikêniyê ji aliyê hevalên xwe yên kar, hempîşe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê û xizmên xwe ve bi girseyî spartin axê.

Di merasîma spartina axê de hêrs û xemgînî serwer bû.

Hevalên wî yê kar, kamerayê danîn ser gora wî û peyamên bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hate dayîn.

(şx)