Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Garê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êriş çiyayê Garê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Garê bombebaran kir
12 tîrmeh, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Roj News`ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih wergirtine, artêşa Tirk a dagirker çiyayê Garê bombebaran kir.

Lê di der barê zirar û ziyanên canî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êriş hemwextî serdana Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û şandeya ewlekariyê li Hewlêrê de pêk hatiye. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihandibû ku êriş û destwerdanên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ye û nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk îro hemwextî hev, Herêma Biradost ya ser bi Hewlêr û gundên Dihokê bombebaran kir. Li gorî agahiyan dewleta Tirk zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên Herêma Biradostê bi dijwarî topbaran kiriye. Li gorî agahiyan di encama êrişê de 2 welatiyên sivî birîndar bûne.