Li Xezayê hejmara kuştiyan ji 38 hezarî derbas bû

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şerê li Xezayê ve zêdetirî 38 hezar û 345 filistînî hatine kuştin û 88 hezar û 295 kes jî birîndar bûne.

Li Xezayê hejmara kuştiyan ji 38 hezarî derbas bû
11 tîrmeh, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê di roja xwe ya 279’an de dewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn de 50 kes hatine kuştin û 54 kes jî birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li Xezayê 2 komkujî li dijî malbatan pêk anîne.

Çavkaniyekî tendustiyê jî ragihand ku bi kêmanî 34 kes di êrişên Îsraîlê ên li ser Xeza û Refehê de hatin kuştin. Wezareta Parastina Sivîl a Xezayê jî da zanîn ku li taxa Rîmal, herêmên Pîşesazî û Ketîbe yên Xezayê zêdetirî 30 cenaze li erdê ne.

Li gorî daneyên dawîn ên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji 7`ê Cotmeha 2023’yan ve di êrişên Îsraîlê de 38 hezar û 345 filistînî hatine kuştin û 88 hezar kes jî birîndar bûne.

(bb)