Rewşenbîrên Reqayê pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweser ên bo çareseriyê da

Rewşenbîrên Kantona Reqayê pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û girîngiya nêrînên wê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya diyalogên sûriyeyî-sûriyeyî dûrî destwerdanên derve da.

Rewşenbîrên Reqayê pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweser ên bo çareseriyê da
12 tîrmeh 2024   06:35
REQA
ENES MIHEMED

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji dema damezrandina xwe ve bang li hemû aliyan kir ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re bibînin û xaka wê bikin yek. Rêveberiya bi rêya beyannameya xwe ya 29ˊê Hezîranê banga xwe ya pêwîstiya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî nû kir.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Ebdurehman El Ehmed bal kişand ser giringiya diyaloga sûriyeyî-sûriyeî û dûrixstina tevahî ajandeyên derve

ku hewl didin li ser hesabê xwîna sûriyeyiyan berjewendiyên xwe pêk bînin.

 ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HER KESÊN KU HEWL DIDIN RIJANDINA XWÎNA SÛRIYEYIYAN RAWESTÎNE, EWLEHÎ Û ÎSTÎQRARA SÛRIYÊ VEGERÎNE

El Ehmed axaftina xwe domand û got: “Em piştgiriyê didin însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûryeyê. Her wiha em destekê didin her kesên ku hewl dide rijandına xwîna sûrıyeyiyan rawestîne, ewlehî û îstîqrara Sûriyeyê vegerîne. Divê tevahî jî ji bo berjewendiya Sûriyeyê, yekitiya xak û gelê wê tawîzan bidin."

Li aliyekî din hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Hesen El Mistefa got: “Ji dêvla axaftin, lidarxistina kongre û diyalogên bê encam, divê çareseriyên krîza Sûriyeyê li ser erdê bên pêkanîn."

El Mistefa axaftina xwe wiha domand: “Divê her kesê/a ku berjewendiyên sûriyeyan dixwaze li gorî wê tev bigere, ne ji bo pêkanîna destkeftiyên xwe li ser hesabê sûriyeyiyan tev bigere."

 ‘DIVÊ HIKÛMETA ŞAMÊ TÊKILDARÎ NORMALÎZEKIRINA BI DEWLETA TIRK RE HIŞYAR BE’

Der barê vê mijarê de El Mistefa wiha axivî: "Divê hikumeta Şamê têkildarî normalîzekirina bi dewleta Tirk re hişyar be û red bike. Divê hikumeta Şamê bîne bîra xwe ku vê dewletê li herêmên Sûriyeyê dagir kirin, ji Lîwa Skenderon de bigire heta bi Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê"

Di dawiya axaftina xwe de Hesen El Mistefa got: “Em rewşenbîrên Kantona Reqayê piştgiriyê didin însiyatîfa Rêveberiya Xweser a der barê çareserkirina krîza Sûriyeyê de. Em bang li hemû rewşenbîrên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hundirê Sûriyeyê dikin ku her kesê/a dixwaze ev krîz çareser be û ji nijadperestiyê bi dûr bikeve û bûyerên berê ji bîr bike, yek in, da ku Sûriyeyê jinûve ava bikin ku tê de hemû aliyên gelê Sûriyeyê bijîn."

Endamê Nivîsgeha Nîştimanî Ebdulkerîm El Esed jî got: "Ger dewleta Tirk berjewendiyên gelê Sûriyê bixwesta, bajarên Sûriyeyê dagir nedikirin, dewlemendî û binesaziya wê talan nedikir. Dewleta Tirk komên terorîst şandin Sûriyeyê da ku wêran bikin. Îro jî hewl dide xwe ji Sûriyeyê ve nêz bike û tevahî binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê û xaka wî ji bîr kirin."

Ebdulkerîm El Esed pesna rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, ji destpêka damezrandina wê ve, ku îro jî hewl dide nêrînên ji bo Sûriyeyê bike yek û vê krîzê dûrî her destwerdanên derve çareser bike, da.

(mg/fr)

ANHA