Li Tirbespiyê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK`ê meşek li dar xist.
Însiyatîfa Gel a bajarê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK `ê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji ber Meclisa Bajarê Tirbespiyê dest pê kir û heya Çerxerya Azadî dom kir.
Di meşê de pankartên bi zimanê Kurdî û erebî “Ji bo berxwedaniya gerîla xeta welatparêzî biparêzin îxanet û dagirkeriyê têk bibin”, "Na ji dagirkeriye re", "bimire xiyaneta PDKˊê", "bijî berxwedana gerîla", û wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.
Piştî şênî gihaştin Çerxerya azadî li vir li ser navê Însiyatîfa Gel a bajarê Tirbespiyê Xaliya Eyûb axivî.
Xaliya berxwedana ku gerîlayên azadiyê li çiyayê Kurdistanê didin meşandin silav kir û got: "Em hemû li pişta gerîlayên xwe ne."
Xaliya Eyûb bal kişand ser îxaneta PDK` ê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em bi navê we hemûyan bang li mala Barzanî dikin ku nebin hevkarê dijminên Kurdan. Em îxaneta we şermezar dikin. “
Di dawiyê de Xaliya Eyûb wiha got: "Em ê heya dawî li pey gerîlayên xwe bin. Gerîla li çeperên berxwedanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin dimeşînin."
(ex/fr)
ANHA