KCK: Berxwedana bi ruhê 14’ê Tîrmehê teqez dê dijmin têk bibe

KCK’ê bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê peyamek da û diyar kir “Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê topyekûn li ber xwe bidin, teqez dê dijminê qirker û mêtinger têk biçe.”

KCK: Berxwedana bi ruhê 14’ê Tîrmehê teqez dê dijmin têk bibe
12 tîrmeh 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de wiha tê gotin:

“Em dikevin salvegera 42’yemîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin ku ji aliyê Tevgera me ve weke Roja Rûmetê ya Neteweyî hatiye îlankirin. Em şehîdên nemir ên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û hasret bi bîr tînin, em li ber bîranînên wan ên binirx bejna xwe ditewînin. Di şexsê wan de car din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya ji şehîdan re dubare dikin. Em vê roja pîroz a ku gelê me weke Roja Rûmetê ya Neteweyî pîroz dike, li hemû gelê xwe yê welatparêz û mirovahiyê pîroz dikin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin, serketinekî pîroz e. Li dijî tûnebûna neteweyî ya li gelê Kurdistanê hatî ferzkirin, bûye berxwedaneke mezin û tevgera serketinê û bi vî rengî rûmeta neteweyî ya gelê me rizgar kiriye. Ji vî alî ve xeta 14’ê Tîrmehê di nava têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê me de, dijî.

Dema mirov ji aliyê geşedanên neteweyî, civakî, siyasî, çandî û hunerî ve binirxîne, teqez xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Ji vî alî ve pir girîng e ku mirov berxwedana 14’ê Tîrmehê fêm bike. Dîsa divê mirov kesayetên dîrokî yên mezin ku pêşengî ji berxwedana 14’ê Tîrmehê re kirine, bi bîr bîne û fêm bike. Hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo parastina nirxên mirovahiyê jî kesayetên dîrokî yên pir girîng in ku di şert û mercên zehmet de nûneriya vê yekê kirin. Teqez divê weke mirovên mezin bên dîtin û fêmkirin.

Yê ku herî baş hest, fikir, kesayetiya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê vedibêje, gotinên hevrê Hayrî Dûrmûş in ku bêyî tirs diçe mirinê. Hevrê M. Hayrî Dûrmûş dibêje, ‘li ser gora min deyndar binivîsin’ û bi vî rengî hezkirin û dilsoziya xwe ya bi gel, azadî û têkoşînê re nîşan daye. Ji vî alî ve gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd divê her tim bi minetdarî xwedî li van kesayetên dîrokî yên mezin û têkoşîna wan derbikevin.

SERKEFTIN LI SER BINGEHÊ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BILIND BÛYE

Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûyereke girîng e ku divê ji gelek aliyan ve bê lêkoînkirin. Vê berxwedanê cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ya ku armanc dikir gelê Kurd bi mutlaq tune bike têk bir, teslîmiyet mehkûm kir û îspat kiriye ku wê bi berxwedanê serketin mîsoger bibe. Berxwedan gihand serketinê û pêvajoya têkçûnê ya li Kurdistanê qepat kiriye. Mirov dikare bêje, bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re gelê Kurd cara yekem serketina mayînde bi dest xistiye û ketiye nav pêvajoyeke nû. Pêvajoya dîrokî ya bi serketinê dagirtî, li ser bingehê berxwedana 14’ê Tîrmehê bilind bûye. Ji bo pêşketina PKK’ê û tarzê têkoşîna PKK’ê, xeta 14’ê Tîrmehê diyarker bûye. Şoreşa vejînê ya neteweyî jî, encameke dîrokî ya ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bûyî sedem e. Rêber Apo li ser esasê xeta 14’ê Tîrmehê, gavên têkoşînê yên mezin avêtiye, gerîla amade kir û şand welêt. Gerîla pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin, şoreşa vejînê pêk anî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mîsoger kiriye.

Yek ji taybetmendiyên herî berçav yên berxwedana 14'ê Tîrmehê, ew e ku çalakiya mezin bê tirs bi cesaret û qehremaniyeke mezin pêş ketibû. Darbeya 12'ê Îlonê ya faşîst weke qirkirineke mezin li dijî civakê bi pêş ket û şoreşger avêtin zindanê û êşkenceyeke giran kirin. Xwestin şoreşgeran bi zext û êşkenceyê têk bibin û civakê teslîmî sîstema faşîst bikin. Yek ji cihên ku êşkence herî zêde lê hate kirin zindana Amedê bû. Zîhniyeta dijî Kurdan, qirker, êşkencekar, nîjadperest û faşîst, zîndana Amedê veguherand cihekî ku rûmeta mirovahiyê lê bê xistin. Ya ku li zîndana Amedê li şoreşger û welatparêzên Kurdistanê hate kirin, nîşan da ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan de çiqasî kûr û bi kok e. Lê belê berxwedêrên zindanan ev bêrûmetî red kirin û bi nîşandana îradeyek ku di dîroka mirovahiyê de mînakên wê kêm e, bi ser ketin. Lewma berxwedana 14'ê Tîrmehê tê wateya serketina vê berxwedana mezin û vala derxistina projeya 12'ê Îlonê ya nîjadperest, qirker û faşîst.

EM BANGA PÊŞXISTINA BERXWEDANA TOPYEKÛN DIKIN

Îro rejîma faşîst a AKP-MHP'ê temsîla projeya 12'ê Îlonê dike. Ji bo ku encama vê projeyê bi dest bixe êrîşî hemû gelan û bi taybet gelê Kurd, jinan, mirovahiyê û xwezayê dike. Armanca êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ku li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin, qirkirina Kurdan e. Divê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê berxwedan were raberkirin. Gava ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn were kirin, wê dijminê mêtinger qirker teqez têk biçe û berxwedana gel wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, ciwan û jinên Kurdistanê yên welatparêz, gelên Iraqê, hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Ereb û hêzên sosyalîst azadîparêz û demokratîk dikin ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û berxwedaneke topyekûn pêş bixin.”