Di êrişa artêşa Tirk a li Biradostê de 2 sivîl birîndar bûn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Di topbaranê de 2 kes birîndar bûn.

Di êrişa artêşa Tirk a li Biradostê de 2 sivîl birîndar bûn
12 tîrmeh 2024   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê ya ser bi Hewlêrê ve û gundên Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên herêma Biradostê hatiye topbarankirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûne.

Hate zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk tîmên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin birîndaran.

Dewleta Tirk gundên Dihokê jî topbaran kirin lê heya niha ziyanên êrişê nehatine zanîn.