Tevgera Babilyon: PDK rê dide Tirkiyeyê ku bikeve Başûrê Kurdistanê
Sekreterê giştî yê Tevgera Babilyon (Babilî) Riyan El Kildanî dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk nikare bikeve parêzgeha Nînovayê yan jî beşeke din a di bin kontrola Hikumeta Federal a Iraqê de.
![Tevgera Babilyon: PDK rê dide Tirkiyeyê ku bikeve Başûrê Kurdistanê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6691003165846.jpg)
Sekreterê giştî yê Tevgera Babilyon (Babilî) Riyan El Kildanî da zanîn ku PDK rê li hêzên dewleta Tirk a dagirker vedike ku bikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê û got: “Tirkiye nikare bê nava parêzgeha Nînovayê yan herêmek din a di bin desthilata Hikumeta Federal de.”
Riyan El Kildanî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ji medyaya Iraqê re axivî.
Her wiha El Kildanî got ew amade ye cil û bergên leşkerî li xwe bike û li dijî leşkerên dewleta Tirk şer bike da ku nekevin nava sînorê Nînovayê.
(şx)