Dîmenên xistina helîkoptera artêşa Tirk
Gerîla TV dîmenên xistina helîkoptera artêşa Tirk a dagirker weşandin. Helîkopter 10'ê Tîrmehê li Girê Baharê hatibû xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê de ev agahî hatibû dayîn:
"10'ê Tîrmehe saet di 23:40'î de helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk a dagirker, dema dixwest hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dayne, bû hedefa suîqesta hêzên me. Helîkopterê derbeke giran xwar û ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê ket, bi helîkopterên êrişê hate bombebarankirin."