Koçberên ji Efrînê: Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin

Koçberên ji Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê her tim li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

Koçberên ji Efrînê: Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin
Koçberên ji Efrînê: Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin
Koçberên ji Efrînê: Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin
12 tîrmeh 2024   02:35
ŞEHBA

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal e li girtîgeha girava Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 40 meh e bi tu awayî agahî jê nayên girtin.

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, têkildarî tecrîdê axivîn.

Îlham Şêxo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em ê li hember dijmin bisekinin û berxwedanê bikin heya ku em azadiya Rêber Apo bi dest bixin."

Her wiha Îlham bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember tecrîdê bê deng nemînin.

Şîraz Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û wiha anî ziman: "Em ê ji bo Rêber Apo li qadan bin û dengê xwe bilind bikin heya em azadiya Rêber Apo misoger bikin."

Ehmed Ereb ê ji pêkhateya Ereb jî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew ne tenê rêberê Kurdan e, rêberekî mirovahiyê ye û bi saya Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêkhateya Ereb jî baştir felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye.

Ehmed Ereb bang kir ku tecrîd were şikandin û hêzên navneteweyî bê deng nemînin.

ANHA