Ava vexwarinê gihaşt taxên Hesekê

Piştî stasyonên avê ji nû ve ketin xizmetî û pirsgirêkên di qenaya Xabûrê de hatin çareserkirin, ji projeya Firatê av bo taxên bajarê Hesekê hat berdan.

Ava vexwarinê gihaşt taxên Hesekê
11 tîrmeh 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bidawîkirina xebatên qonaxa duyemîn a gihandina avê ji bo bajarê Hesekê, stasyona Ezîziyê dest bi berdana avê bo taxên bajêr kir.

Berdana avê bo taxên bajêr, piştî çareserkirina pirsgirêkên li ser projeya qenaya Xabûrê, ku avê ji çemê Firatê ber bi Hesekê ve dikişîne, pêk hat.

Di 8ˊê Tîrmehê de Daîreya Avê ya Hesekê ragihandibû ku kişandina avê ji çemê Firatê ber bi Hesekê ve rawestiye, ji ber ku 78 pirsgirêk li ser xetên kişandina avê di dema berdana tecrûbeyê de çêbûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl bi rêya telefonê roja înê ji ajansa me re gotibû dê ava Firatê di navbera 48ˊan saetan de bigihîne bajarê Hesekê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1ˊ Tîrmehê de bi awayekî fermî li ser malpera xwe ragihandibû ku dest bi berdana avê çemê Firatê li qenaya avdanê ya Xabûrê hatiye kirin û stasyon avê ketine xizmetê û dê xebatên li ser qonaxa duyemîn werin temamkirin ku av bigihîne Hesekê.

(fr)