KCK'ê şehîdên Komkujiya Zîlanê bi bîr anîn

KCK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlnaê bi bîr anîn û diyar kir “Di vê demê de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta hevkariya êrişan şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê rabe berxwedana topyekûn.”

KCK'ê şehîdên Komkujiya Zîlanê bi bîr anîn
12 tîrmeh 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlanê ya sala 1930’an bi bîr anîn.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Em di salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan de ne ku şopeke giran li hiş û bîra gelê Kurdistanê hiştiye. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi sedan gund, bajarok şewitand, zarok û extiyar jî di nav de bi deh hezaran Kurd qetil kir. Em vê komkujiya hovane ya dewleta Tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Mirovên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan a hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza ku me dane şehîdan dubare dikin.

Komkujiya Geliyê Zîlan yek ji komkujiyên herî xedar û hovane yên dîroka mirovahiyê ye. Qirkirineke mezin e ku îmhaya topyekûn a gelê Kurdistanê ji xwe re kir armanc. Li her devera herêma Serhedê ku komkujî lê hate kirin operasyonên qirkirinê hatin kirin, bêyî cudahî bê kirin komkujî li ser temamiya gelê Kurd hate ferzkirin. Gelî û newalên Kurdistanê bi Kurdan hate tijîkirin ku ji aliyê artêşa komkujer a xwînxwar hatin qetilkirin. Ji xwe ji ber vê yekê ev komkujî bi Geliyê Zîlan tê bîranîn. Ji ber ku Geliyê Zîlan bi mirovên hatin qetilkirin tijî bû. Komkujiyeke ewçend hovane tenê bi dijminatiyeke mezin dikare bê kirin, ku Komkujiya Geliyê Zîlan kûraniya mejiyê dijminatiya li Kurdan a dewleta Tirk raxist pêş çavan. Dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd, mîna ku di Komkujiya Dersimê de hate dîtin, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de jî bi şênberî eşkere bû.

Mîna hemû komkujiyên ku li gelê Kurd hatin kirin, Komkujiya Geliyê Zîlan jî li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, lê belê kesî li hemberî vê komkujiyê û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk dengê xwe nekir. Îro jî cîhan li hemberî komkujî û êrişên li ser gelê Kurd bêdeng dimîne. Dewlet ne tenê li hemberî komkujiyên li ser gelê Kurd bêdeng dimînin, her wiha bi dewleta Tirk re ji her alî ve têkiliyê datînin, piştgiriyê dikin û bi vî rengî dibin hevparê komkujiyan. Em vê helwesta dewletan careke din şermezar dikin û hişyariyê didin her kesî ku hîn bêhtir piştgiriyê nedin polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser qirkirina Kurdan.

Bêguman zext, êriş û komkujiyan nekarîn gelê Kurd ji sekna wê ya azadiyê vegerîne. Li Agirî, Dersim, Mehabad, Qamişlo, Helebceyê berxwedana gelê Kurd qet neqediya. Rêber Apo di sala 1977'an de çû qada ku Komkujiya Geliyê Zîlan lê hate kirin, bi şoreşgerên Kurdistanê re yekem civînên berfireh li dar xist û yek ji gavên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê avêt. Em îro gihîştine rastiya gelekî welê ku li hemberî êrişan têk naçe, bi berxwedanê her cûre êrişên qirkirinê dişikîne û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe. Gelê Kurdistanê bi sekna xwe ya serbilind û bi têkoşîna xwe ya bênavber bersiva herî rast da komkujiyan.

Polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê yên li ser gelê Kurd niha ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ve têne meşandin. Ev desthilatdariya faşîst ji roja ku ava bûye û vir ve ji bo Kurdan qir bike bênavber êrişan dike. Êrişên dagirkeriyê yên nû ku li ser Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, dewama van êrişên qirker û komkujiyê yên dîrokî ye. PDK jî li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ketiye rewşa herî xerab a hevkariyê, bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirina Kurdan û van polîtîkayan bi cih tîne. Di rojeke bi vî rengî de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, em êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta ku hevkariyê pê re dike şermezar dikin, ji heft heta heftê salî bang li gelê xwe dikin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê rabe berxwedana topyekûn."